Hiqûqnas Arîf Alî Çanli ku di “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” de axivî bal kişand ser krîza avhewayê û got: “Krîza avhewayê komareke demokratik a li gor xwezayê hewce dike.”

Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê ku li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê pêk tê, bi rûniştina bi sernavê “Di Bin Esmaneke Hevpar de: Hevgirtin, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar” didome. Di rûniştina rojnameger Çîlem Kuçukkeles moderatorî kir de hiqûqnas Zulfuye Yilmaz bi riya zoomê li ser mijara, “Ji Herêmê Ber bi Navendê Ve: Derfet û Sînorên Hiqûqî yên Beşdariya Demokratîk” axivî. Yilmaz bal kişand ser qanûnên bingehîn ên li dijî netew û baweriyên cuda û qala detûrên bingehîn û serpehatiyên dîrokî yên di dema komarê de kir.
‘Bi qirkirina erdnîgariya Kurdan re çareserî pêk nayê’

Hiqûqnas Arîf Alî Cangi ku li ser mijara “Bi Xwezayê re jî Aştî: Komara Demokratîk a Ekolojîk” anî ziman ku krîza avhewayê komareke demokratik a li gor xwezayê pêwist dike û wiha axivî: “Pêşaroja cîhanê xirab e. Li cîhanê tenê mirov najîn û mirov ne serwerên xwezayê ne. Em tenê parçeyekî xwezayê ne. Di serî de divê heşmendiya heyî biguherê û heşmendiyeke ku mirov parçeyekî xwezayê ye pêk were. Ji bo aştiya pozîtîf pêk were li rex aştiya mirovan bi hev re divê aştiyek bi xwezayê re pêk were. Li herêmê (Kurdistan) bi hincetên ewlehiyê bendav hatin çêkirin û qadên daristanan hatin tune kirin. Taybet li Şirnexê bi lêgerîna petrol û şewitandina qadên daristanan xweza tê tunekirin.”
‘Talana xweza dibe sedema penceşêrê’
Cangî talana li Şirnexê vegot û wiha domand: “Li gor raporên li herêmê ji me re hatinê piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî qirkirina xwezayê berdewam kiriye. Di encama qirkirina xwezayê de li herême ava kaniyan diçikê û xetereya bêavbûnê ji bo pêşerojê derdixîne holê. Her wiha dibe sedema nexweşiyên pençeşêrê. Bi tunekirina erdnîgariya Kurdan re çareserî pêk nayê. Ji bo pêvajo bigihejê encamê divê dewlet dev ji polîtikayên qirkirina xwezaya Kurdan berde. Heke ew qirkirin berdewam bike heviyên aştiyê mixabin dê têk biçin. Me daxwazên xwe pêşkêşî komisyona Meclisê kir. Divê ew pêşniyar li ber çav bên girtin. Divê di pêvajoya bi banga Birêz Ocalan destpêkiriye de parastina xwezaya herêmê pêk bê.”
‘Qrîza kedê û xwezayê bi hev re tê jiyîn’
Rojnameger Bahadir Ozgur jî li ser mijara, “Karkerî û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve” destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cara yekem e ku qrîza kedê û xwezayê bi hev re tê jiyîn û got: “Ji ber wê jî di vê qrîzê de derketin jî li heman cihî de pêkan e. Ya ku her duyan dixe qrîzê heman mekanîzma ye. Ji bo wê jî êdî em nikarin ji hev cuda bigirin dest. Her çiqas sedemên vê qrîzê yên hundirîn hebin jî sedema sereke ya derve ye. Li cîhanê bazareke bazirganiyê ya nû tê ava kirin û rolek jî dane Tirkiyeyê. Di encama vê rolê de ew qriz derdikevin. Pêvajo di heman demê de li ser erdnîgariya Kurdan derfetan dide sermayedaran. Têkoşîna hevpar a ked û xwezayê jî di vir de dest pê dike.”
Herî dawî jî akademîsyên Cuma Çîçek li ser mijara “Ji bo Pêşerojeke Hevpar: Eko-Herêm, Ne-Merkezîbûn û Siyaseta Têkildar” diyar kir ku rejîma li Wanê û Amedê dihat sepandin niha li Enqereyê tê sepandin û balkişand ser riyên têkoşîna ji bo jiyaneke hevpar. Cuma Çiçek bi lêv kir ku yek jî ji bo jiyana hevpar hewcehî bi demokratîkbûyinê heye.














