Çekdarên nenas ku tê texmînkirin ji şaneyên çeteyên DAIŞê ne bi çek û bombeyan êrişî navendeke Ewlekariya Hundirîn a Reqayê kir, êrişkarekî jî xwe di heman navendê de teqand.
Li dijî navendeke Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê êrişeke çekdarî çêbû, di encamê de pevçûn derket û rewşeke aloz li herêmê rû da. Tê texmînkirin ku êrişkar ji şaneyên çeteyên DAIŞê bin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li derdora kolana “Intîfada” ya rojavayê bajêr teqîn çêbû. Dûre çekdarên nenas bi klaşînkovê û bombeyan êrişî heman cihî kir û êrişkarekî xwe li wir teqand. Li gorî agahiyên destpêkê yek ji koma êrişkar hate kuştin.
SOHRê diyar kir ku piştî êrişî li derdora wî cihî hêzên ewlehiyê belav bûn, aliyên taybet dest bi lêpirsîna hûrgiliyên bûyerê û destnîşankirina aliyê berpirsiyar kir. Lê heta niha zirarên madî û canî nehatine aşkerakirin.













