* “Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” ku li ser banga siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan hat li darxistin ji bo têkoşîneke hevpar a komareke demokratîk bingeheke xurt danî. Konferans di heman demê de bangawaziya sedsaleke nû û têkoşîna hevpar bû.
* Nivîskar û Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut derbarê “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” de axivî û diyar kir ku demoktatîkbûyîna komarê girêdayî zexta civakî ye û wiha got: “Du stûnên me yên herî girîng hene, yek ziman yek jî statu ye. Em diçin cem kî ew jî dibêjin em ziman û statuyê dixwazin.”
* Jiyana komunal ku rojeva herî sereke ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, di koka gelê Kurd de ji xwe weke çandeke xwezayî hebû lê ev yek weke Çanda Doşaneyê winda bûye.
* Zafer Sari yê ji gundê Bîrikê yê navçeya Bismilê ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û valakirin wiha got: “Her çiqas tade û neheqî li me hatibe kirin jî em dixwazin aştî pêk were û dîsa vegerin gundê xwe.”
* Endamê Şaxa OHDa Êlihê Mehmet Sabîh Ozer bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014an de ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe, derbarê wî de biryara “Mafê Hêviyê” daye û diyar kir ku dewleta Tirk ji wê demê heta niha hê jî ji bo vî mafî tu gaveke şênber neavêtiye.
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê li avahiya xwe starta “Mitînga Azadiyê” ku dê di 28ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin bide. (11:00)
* Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Êlihê û TJAyê dê derbarê muameleya xerab, tundî û bûyerên xerab ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê hatine kirin, li pêşiya Parka Yilmaz Guney daxuyanî bide. (17:00)
* Komeleya Jinan a Starê dê ji bo Narîn Guran, Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku ji ber Gunpaş AVMê heta Qada Bajêr a Wanê “Meşa Edaletê” li dar bixeç (18:00)
* Dîlek Oz a ku piştî 32 salan ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê hate berdan dê bi pêşengiya TUAY-DERê li Balefirgeha Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin. (19:00)
* Cenazeyê Dayika Aştiyê Munîbe Koç dê piştî nimeja nîvro li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê were veşartin.








