Stenbol – Nivîskar û Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut derbarê “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” de axivî û diyar kir ku demoktatîkbûyîna komarê girêdayî zexta civakî ye û wiha got: “Du stûnên me yên herî girîng hene, yek ziman yek jî statu ye. Em diçin cem kî ew jî dibêjin em ziman û statuyê dixwazin.”
Di 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê bi tevlibûna siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesan “Konferansa Di Sedsala Duyemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” hate lidarxistin. Nivîskar û Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut jî beşdarî konferansê bû û derbarê konferansê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Heke planekî kûr tune be bandora wê jî nîn e’
Faîk Bulut diyar kir ku konferansek balkêş û girîng hate birêvebirin û divê ev tenê bi eywanan re sînordar nemîne û wiha got: “Di nava çar diwaran de wateya wê tune ye. Divê gavên din jî bên avêtin û zemîna wê ya civakî pêk bê. Zemîna civakî pêk neyê civak jî tiştekî fêm nake û bingeha aştiyê jî nizanin. Divê gel werin gel hev, li her bajaran civîn dê pêk bê. Divê komeleya herêmî bê çêkirin û ev komel biçin herêman. Pêwistî ev e ku divê xebatekî kûr û bi plankirî bê amadekirin. Heke planekî kur tune be bandora wê jî nabe. Divê komîsyon û partiyên siyasî bên îqnakirin. Divê dîplomasî jî hebe, siyaset bê dîplomasiyê nabe. Ev konferans siyaset e lê ne siyaseta rast û rast e. Siyaseta kêliyekî ye, stûnan ava dike. Ev stûn saxlem neyên dayîn dê komara demokratîk pên neyê.”
‘Xelk li gelek tiştan dipirse lê bersiv tune ye’
Faîk Bulut bi bîr xist ku berê jî gelek konferans hatin lidarxistin û wiha axivî: “Ji niha şûn ve divê em ders jê bigirin. Em werin li vir biaxivin û herin mala xwe, ev wiha nabe. Wek mîsal dibêjim, divê kesên li vir diaxivin weke derweşekî herin bajaran û xelkê qanih bikin. Bila bigerin û ji gel re bibêjin ku ev yek berjewemendiya aştiyê ye. Xelk gelek tiştan dipirse bêbersiv dimînin, divê bersiv bên dayîn. Komun çiye, komar dê çawa bibe demokratîk? Divê em li ser van pirsan bisekinin.”
‘Gelê Kurd jî hê îqna nebûye’
Faîk Bulut destnîşan kir ku demoktatîkbûyîna komarê girêdayî zexta civakî ye û wiha pê de çû: “Heke tu zextê nedî ser rayedaran nabe, jixwe ew jî ne dilxwaz in. Divê ew jî werin îqnakirin. Ev ji bo berjewemendiya gelê Kurd û Tirkan e. Tê gotin qanûna bingehîn were guherandin. Ew qanûn dê li gorî kî werin guherandin, ev girîng e. Divê girtî werin berdan, qeyûm bi paş ve werin kişandin. Ev gav dê devê her kesî bigire. Gelê Kurd jî hê îqna nebûye. Ji bo her kes îqna bibe ev gav di serî de hewce ne.”
‘Gel ziman û statu dixwaze’
Faîk Bulut li ser çêkirina qanûnan jî ev yek anî ziman: “Divê em li ser navê qanûnan nesekinin. Ya herî girîng naverok in. Rêveberiya herêmî tê wateya xweseriyê, mîsal ev bes e. Qanûnên ku mijara bajaran in bê guherandin, jixwe gel xwe bi xwe rêve bibe. Xwedê jî vîn daniye holê, di wan vînan de naskirina mafan heye. Qanûnên bê çêkirin, nav çi bê danîn bila were danîn ya herî girîng naverok e. Naverok çi ye? Yek ziman ya din jî statu ye. Her kes bi zimanê xwe hatiye dinê. Di ayetan de jî tê gotin her ziman ayetên min in. Ziman mafê herî girîng e. Şert tune ye, dewlet an jî otonomî şertê xwe bi xwe rêveberinê ye. Îro rêveberina organîk heye. Di rêveberina organîk de tu kes bi dilê xwe nikare serokkomar bibîne. Lê serokê şaredariyê derdikeve nava gel, her kes jî dikare here cem wî/wê. Du stunên me yên herî girîng hene, yek ziman yek jî statu ye. Ew tunebin em nikarin mala xwe ava bikin. Em diçin cem kî ew jî dibêjin em ziman û statu dixwazin.”










