Şirnex – Jiyana komunal ku rojeva herî sereke ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, di koka gelê Kurd de ji xwe weke çandeke xwezayî heye lê ev yek weke Çanda Doşaneyê winda bûye.
Weke tevahî cîhanê li Kurdistanê jî bi pêşketîna bajarvaniyê re jiyana komînal û çanda hevgirtinê her ku diçe winda dibe. Gelek kêm be jî li deverên ji bajarvaniyê dûr mane hê jî çanda hevkarî û hevgirtinê berdewam dike.
Li Şirnex beriya 30-40 salan çanda Doşane hebûye, ev çand bi sedan salan di nav gelê Şirnex de dihat jiyîn, bi dûrketina ji gundan re bi zordariya dewletê û têketina nava pergala bajarvaniyê ku mirov ji çanda xwezayî dûr dixe, bi demê re Doşane yanê çanda hevgirtin û parvekirinê ji nav gel derketiye û hatiye jibîrkirin.
Beriya ji gundan dûr bikevin çanda hevgirtinê serdest bû
Peyva Doşane ji dotinê tê, dotina pez, bizin û çêlek. Beriya 30-40 salan dema ji gundên Şirnex gel berê xwe dida zozanan û sewalkariya xwe dikir malbatên ku bê pez jî li zoman kon vedidan. Li gor mejiyê îro malbatek bê sewal berê xwe bide zozanan û kon vede dûraqil e. Lê di civakekî de Çanda Doşane hebe tu malbat li zozanan bê sewal namîne. Li zomên Şirnexê dema malbatên bê sewal hebûyan xwediyên keriyên pez û bizin her yekî çend heb didan kesên bê sewal ku ji xwe re xwedî bikin û bidoşin. Her wiha dema dibû payîz û gundî ji zoman dihatin gundan gelek kesên pez û bizin dane malbatên bê sewal, nerx û gîsk jî ji wan re dihiştin. Bi vê hevgirtinê kesên bê sewal em ji biharê heya payîzê debara xwe bi şîr, mast û penîr dikir, hem jî dema payîzê vedigeriyan gund dibû xwediyê pez û bizin.
Kesek diçû meydana zomê û ji bo Doşaneyê bang dikir

Her çiqas niha Çanda Doşane nemabe jî kesên ku ev çand jiyane xwezî li wan rojan tînin. Yek ji wan kesan jî Ahmet Îrmez ê 81 salî ye. Ahmet Îrmez ji Şirnexê ye û berê li gundê Kenîsar ê Şirnex dijiyan. Ahmet Îrmez yek ji wan kesan e ku pez bi doşane daye şêniyên gundê xwe û vê yekê wiha vedibêje: “Wê demê pezê me zêde bû, dema dibû bihar em diçûn zomê û li wê derê kesên bê pez hebûn. Kesek diçû meydana zomê û bang dikir û digot malek bê pez heye û xwedê jê razî be yê bi doşane pez bide vê malê. Her kesê ku pezin wan hebû yek dudo didan heya dibû payîz. Dema dibû payîz jî kesên dixwestin berx û gîskên xwe ji wan kesên bê sewal re dihiştin.”
‘Berê tu kesê bi tena serê xwe karek nedikir her kar bi komî bû’
Ahmet Îrmez di dawiya axaftina xwe de xweziyê bi wan rojan tîne û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Wê demê hevgirtin, tifaq, alîkarî û xweşî hebû. Niha kes vê tiştê nizane, ji bîr kirine. Wê demê tu kes bi serê xwe kar nedikir. Xanî çêkirin bûya, giya dirûtin bûya, pez birîn bûya her kes alîkarî dida hev. Îro ev tişt nemane.”
Sewal nebûn bi Çanda Doşane bû xwedî keriyek pez

Sînem Kabûl a 75 salî ku ji gundê Avyan ê Şirnex û niha li navenda Şirnex dijî, yek ji wan malbatan ku dema li gund dijiyan pezê heyî têra debara malbata nedikir û çîroka xwe ya ku pez bi doşane stendiye wiha vedibêje: “Dema em li gund bûn 7-8 bizin me hebûn, hevjînê min jî li leşkeriyê bû û zarokên min hûr bûn. Min nedikarî pê bizinên heyî debara xwe û zarokan bikim. Dema em çûn zonanan gundiyan pez dan min û heya payîzê min pê debara malbata xwe kir. Heya ku hevjînê min ji leşkeriyê hat min wisa berdewam kir û em bûn xwedî keriyek pez.”
Piştî bû xwedî keriyek pez êdî wê pez da Doşane
Piştî ku Sînem Kabûl dibe xwediyê keriyek pez vê carê ew pezê xwe bi doşane dide malbatên bê sewal û Sînem Kabûl bi van gotinan qala wan rojan dike: “Dema hevjînê min hat malê nêzî 200 pezê me çêbûbû û êdî gelek caran me pez dan gundiyan bi doşane.”







