Hevserokê GOÇ-DERê Vecîh Aydogan di çarçoveya Hefteya Koçberiyê de axivî û diyar kir ku armanca sereke ya valakirina gundan bişaftina çanda Kurdî bû û got: “Dewletê ji bo ku Kurdan ji Kurditiya wan derxîne gund vala kirin.” Şêniyê gundê Qurederê yê navçeya Sûrê ku hatiye valakirin Baba Kaya jî da zanîn ku ji ber zextên dewletê neçar man ku ji gundê xwe koç bikin.
Bi armanca bal kişandina li ser maf, pirsgirêk û tevkariyên koçberan di 18ê kanûna 1990an de peymanara parastina mafên karkerên koçberan qebûl kir. Di 4ê Kanûna 2000an de Neteweyên Yekbûyî (NY) civiya û di 18ê Kanûnê de civiya û vê rojê wek Roja Koçberan a Navneteweyî îlan kir. Saziyên Sivîl ên wekî GOÇÎZDER û GOÇDERê ji sala 2013an û vir ve 20ê Heziranê weke Heftaya Koçberiyê îlan kirin û di çarvçoveyê vê hefteyê de çalakî, panel û bernameyên taybet amade dikin, bal dikişînin ser rewş, maf û parastina koçberan.
1934’an de dest pê kir, 90î de gihîşt lûtkeyê
Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Çavderiyê ya Koçê ya Mezopotamyayê Vecîh Aydogan destnîşan kir ku polîtîkaya valakirina gundan a dewletê dîrokî ye û ji salên 1934an bi Zagona Îskana Mecbûrî heta salên 90î wekî amûreke pîşaftinê hatiye bikaranîn û wiha axivî: “Di 14-21ê Hezîranê de Hefteya Koçberiyê heye. Em di nav vê hefteyê de çalakiyan li dar dixin da ku gundên hatine valakirin û koçberiya bi darê zorê dîsa bînin rojevê. Di sala 2004an de bi zextên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) zagona 5233yan hate derxistin. Lê ew zagon zirara gundiyan bi cih nayîne. Ji bo ku gundî vegerin gundê xwe, divê dewlet pergala cerdevaniyê ji holê rake, qedexeyên li ser herêman ên ewlehiyê betal bike û gavên demokratîk bavêje.”
‘Mijara asîmîlasyon e, lê ciwan li ser nasnameya xwe ne’
Vecîh Aydogan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca valakirina gundan û rewşa ciwanên koçber ev tişt gotin: “Gava gund vala bûn, jiyan wê demê bi awayekî din bû, îro bi hawayekî din e. Îro kesên vedigerin gundan emrê wan ser 60 saliyê ye. Ciwan venagerin gund ji ber ku li wir kar, fabrîka, av û rê tune ne. Jixwe armanca sereke ya valakirina gundan ne cerdevantî bû, bîşaftinê bi xwe bû. Dixwestin gundan vala bikin da ku çand, ziman û nasnameya Kurdî ji holê rakin. Lê bi vê siyaseta bi ser neketin. Îro ciwanên me li metropolan bin jî, li bajarên din bin jî, dîsa bi Kurdîtiya xwe zanin, ziman û nasnameya xwe ji bîr nakin. Zarokên me yên biçûk her du tiliyên xwe radikin û dibêjin ’em Kurd in’. Divê dewlet astengiyan rake û di her alî de ji bo vegera gundan alîkariyê bide gelê me.”
‘Tevî serdagirtin û îşkenceyê me cerdevantî qebûl nekir’
Şahidê zext û polîtîkayên valakirina gundan ê gundê Qurederê yê giredayî navçeya Sûrê ya Amedê Baba Kaya derbarê dijwariya zextên salên 90î de wiha axivî: “Ew dem dema pêşbaziya pergala cerdevanîtiyê bû. Ji me re gotin ‘werin bibin cerdevan’ lê me qebûl nekir. Gundên li dora me bûn cerdevan. Piştî wê, li ser gundê me serdagirtin çêbûn. Leşkeran gundê me kiribûn cihê îşkenceyê. Em her şev ji gund direviyan, ji ber tu çareyeke me tune bû. Dest ditanîn li ser sewalên me, xaniyên me du caran xera kirin û şewitandin. Kujer û cerdevanan ji me re digot ‘vê derê biterikînin’. Me tenê dixwest em li ser nan û rîskê xwe bin, têkiliya me bi kesî re tune bû. Pir tişt li serê me anîn, em perîşan kirin. Ez neçar mam ku gundê xwe biterikînim. Bi bi salan ez mam li metropolan, li bajarên mîna Mersîn û Îzmîrê û li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê jî xebitim.”
‘Li ser dosyayên me yên tazmînatê lîstin’
Baba Kaya bal kişand ser qanûna tazmînatê ya hejmara 5233an wiha derbirî: “Mafê me yê tezmînatê bi lîstikên binpêkirin. Paşê gotin mafê tazmînatê heye, herin doza xwe bikin. Me doza xwe vekir. Muxtar, aza û parêzera me Zeynep Kiliçê li hev kirin, bi keyfî lîstik li ser dosyaya me kirin û mafê me betal kirin. Gava min dosyaya xwe xwest, parêzeran ji min re got, ‘dosyaya te li walîtiyê ye’. Cerdevanên ku gundên me dagir kirine tazmînat girtin, lê mafê me yê rewa nedan me. Ev bêheqiyeke mezin e.”












