• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Stenbol / AW

16 HEZÎRAN 2026 - 12:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Komîteya Amadekar a “Mitînga Azadiyê” ya ku dê di 28ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve li qadan bin.”

Li Stenbolê dê di 28ê Hezîranê de li Qada Navçeya Bagcilara Stenbolê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Mitîng bi pêşengiya DEM Partî, DBP, TJA û HDKê dê bê lidarxistin. Li Parka Haciahmet a li navçeya Beyoglûyê bi daxuyaniyekê starta mitîngê hate dayîn. Endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP û HDKê, aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyabiyê de pankarta ku li ser “Bi civaka azad ber bi azadiyê ve” nivîsandibû hate vekirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar ve hate xwendin.

‘Divê pêşî li azadiya fizîkî bê vekirin’

Arîfe Çinar diyar kir ku gelê Kurd bi dehan salan e ku têkoşîna azadî, nasname û jiyanek bi rûmet dikin û wiha got: “Di vê têkoşînê de berdêlên giran hatine dayîn; ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwestin êşên mezin kişandin. Lê belê, ligel hemû zextan jî vîna azadiya gelan nehatiye teslimgirtin. Bangawaziya ku di 27ê Sibatê de ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji bo çareseriya demokratîk û jiyana hevpar bûye qonaxeke dîrokî. Ev bangawazî; perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azadî bijîn, derxistiye holê. Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin û bi qanûnê were garantîkirin, riya azadiya wî ya fîzîkî bê vekirin. Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û krîzan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî pêdiviyeke wisa ye ku nayê paşxistin. Em ê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve’ li qadan bin.”

‘Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statuya gelê Kurd e’

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan bang kir û wiha axivî: “Ev bangawazî banga înşakirina civaka demokratîk e. Bi vê bangê hêviyek derket holê, lê bendemayîn berdewam dike. Bi gotinan bawerî pêk nayê, aştî bi qanûna tê parastin. Piştî banga 27ê Sibatê aliyê gelê Kurd gav avêt. Lê aliyê Tirkiyeyê çi kir? Berpirsiyariyên xwe nekir, tevî biryarên DMMEyê jî ji aliyê mafê hêviyê ve tu gav nehat avêtin. Bi azadiya Rêberê Gelê Kurd aştî jî dê pêk were. Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statuya gelê Kurd e.”

Piştî daxuyaniyê belavokên beşdariya ji bo mitîngê hatin belavkirin.

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîDEM Partiya StenbolêHDK.Mitînga AzadiyêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

16 HEZÎRAN 2026
‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

15 HEZÎRAN 2026
Mîhrîcana Jinan bi konserê bi dawî bû: Jin bi keda xwe bûn mînaka têkoşînê

Mîhrîcana Jinan bi konserê bi dawî bû: Jin bi keda xwe bûn mînaka têkoşînê

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (460)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne