Enqere – Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari çûn navenda Giştî ya CHP’ê û bi Serokê Giştî Ozer Ozel re hevdîtinê dikin. Hevserokên DEM Partiyê ji hêla Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistiniya Hundir û Derveyî Welat Ensar Aytekîn ve li ber deriyê avahiyê hatin pêşwazîkirin.
Hatîmogûllari û Bakirhan piştre jî çûn eywana civînan a CHP’ê. Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgira Serokê Giştî Gokçe Gokçen jî li gel Ozgur Ozel bûn. Piştî wêne û dîmenan, hevdîtina di navbera hevserokan û Ozel de dest pê kir. Hat zanîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyanî bê dayîn.