Beriya civîna NATOyê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin duh 103 kes hatibûn girtin. Îro jî 86 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 55 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê beriya civîna NATOyê bi hinceta, “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” derbarê endam û nûnerên partiyên sosyalist, rojnameger, akademisyen û gelek kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 23yê hezîranê de zêdetirî 200 kes bi serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin duh 103 kes hatin girtin.
Îro jî 86 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Kesên hatin sewqkirin 55 kes hatin girtin û ji bo 7 kesan jî biryara hepsa malê hat dayin.












