Ajansa Reutersê ragihand ku tevî lihevkirina bi Amerîkayê re, Îranê çend komên çekdar li Iraqê ji bo êrîşkirina ser welatên Kendavê ava kirine.
Li gorî Ajansa Reutersê Supaya Pasdarên a Îranê çend şaneyên veşartî û nû di xaka Iraqê de ava kirine û bi cih kirine.
Çavkaniyê ragihand ku armanca van hêzan pêkanîna êrîşên leşkerî ya li ser welatên Kendavê yên ku baregeh û hêzên Amerîkayê lê hene.
Ev geşedana ewlehiyê ya metirsîdar, dibe ku hevsengiya hêzê û ewlehiya herêmê têk bide.
Li gorî agahiyan ev gav beşeke ji planeke berfirehtir a Tehranê ji bo êrîşkirina berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn e. Heman çavkaniyê ragihand ku ev kom ji 3 heya 4 şaneyên veşartî pêk tên.
Tê gotin ev komên veşartî hatine avakirin, di dema borî de sînorên parêzgehên Besra û Semawayê bi kar anîne da ku êrîşên bi balafirên bêfirovan bibin ser welatên Kuweyt, Erebistana Siûdî û Îmaratê.













