Şaredariya Geverê ji bo di mekanîzmayên biryargirtinê de nav û dengê jinan xurt bike û xebatên wekheviya zayendî pêş bixe Meclîsa Jinan ava kir.
Şaredariya Geverê ya Colemêrgê, bi armanca xurtkirina temsiliyeta jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de û ji bo pêşxistina xebatên wekheviya zayendî ya civakî, Meclîsa Jinan ava kir. Hevşaredar Şadiye Kirmizigul, xebatkarên jin ên di bin banê şaredariyê de wezifedar in û endamên jin ên meclîsa şaredariyê, bi civîneke çapemeniyê avakirina Meclîsa Jinan ragihandin.
‘Em ê roleke çalak bigirin ser xwe’
Şadiye Kirmizigul di civînê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku jin di her qada jiyanê de hîn bêtir xurt cih bigirin û got: “Bi armanca xurtkirina wekheviya zayendî ya civakî û zêdekirina temsiliyeta jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de, em Meclîsa Jinan îlan dikin. Em ê bi rêya Meclîsa Jinan re derfetê bidin ku hewcedarî û daxwazên jinan hîn bêtir diyar û berbiçav bibin. Di pêşxistina xebatên çareseriyê de jî em ê roleke çalak bigirin ser xwe.”
















