Amed – Şaredariya Peyasê di bin baneyê Midûriyeta Jinan de Navenda Jinan vekir.
Şaredariya Peyasê ya Amedê di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşma “Gotina me ne qediya ye. Em ê bi hevre tundiyê rawestînin” Navenda Jinan a piştevaniya derûnî, hiqûqî û civaki vekir. Navenda Jinan li Taxa Firatê ya Peyasê vebû. Hevseroka DEM Partiye ya Amedê Gulşen Ozer, Wekîla DEM Partiyê Adalet Kaya, Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sincar, Dayikên Aştiye û nûnerên saziyên jinan amade bûn. Li vir axaftin hatin kirin û piştî axaftinan jinan govend gerandin.