Navenda Çand û Hunerê ya Anatolyayê bi beşdariya hunermend Murad Demîr li Enqereyê konser li dar xist.
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku li Enqereyê xebatên çand û hunerê dike, konserek li dar xist. Yekemîn konsera xwe ya girseyî bi beşdariya humermend Murad Demîr li eywana Amfiya Şanoya 75 Saliya Komarê ya li navçeya Mamakê ya Enqereyê li dar xist. Gelek welatî û muzîkhez bi malbatên xwe ve tevlî konserê bûn.
Hunermend Murad Demîr deng û awazên xwe yê herêma Botanê bi awayekê nûjen ve pêşkêşî gel kir û muzîkhezan coşand. Muzîkhezan bi Murad Demîr re stran gotin û govend gerandin. Murad Demîr straneke xwe ji bo Rojîn Kabaîş got. Piştî stranê dirûşmeya “jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Konser bi stranên Murad Demîr û gerandina govendê dawî bû.























