Amed – Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç di 4emîn rûniştîna Konferansa MÎA-FEDê de axivî û got: “Em nikarin bêjin em ê Îslamê demokratîk bikin. Jixwe bingeha îslamê demokratîk e.”
Konferansa Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) a bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de bi rûniştina dawî didome. Meclîsa dayîkên aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tev li konferansê bûn. Çaremîn rûniştina konferansê bi moderatoriya Muşerref Geçerê bi mijarên “Têkîliya ol û siyasetê”, “Di desthilatdariyên Rojhilata Navîn de amûr kirina mezheban”, “Têkiliyên aborî, hawîrdor û girêdanêa pere, sermaye û di nava sîstema giştî de rewşa Îslama siyasî” dom kir. Di vê beşê de Aktivîst Kadrîcan Mendî, Hadiye Yolcu û Abdulbakî Erdogmuş wek axiver tev li konferansê bûn.
‘Çima mafê her miletekê heye mafê Kurdan nîn e’
Beriya runiştina duyem dest pê bike Hevberdevkê Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk û Parlamenterê DEM Parti yê Amedê Mehmet Kamaç axivî. Kamaç bal kişand li ser mijara ol û demokrasiye û ev tişt anî ziman: “Em nikarin bêjin em ê Îslamê demokratîk bikin. Jixwe di bingeha îslamê bi xwe demokratîk e. Lê mixabin piştî vefata Hz. Muhammed misilmanan di demê de ol û îslamiyet ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û ev yek xeteriyên mezin derxistiye holê. Her welatî dikarin biçin heca xwe pêk bînin bi alên xwe diçe lê mixabin di van salên dawî de li Hecê ji heciyên me yên ji Başur diçin re dibêjin ‘Ji Kabê vê yekê nekin’. Çima mafê her miletê heye mafê Kurdan nîn e. Seydayan bi ayetan ev mijar vekirin her kes mafê wê heye ku bi zimanê xwe ola xwe bixwîne û bide jiyandin em bawerin ev konferans bi serkeftinekê dê encam bigire. Em dibêjin çi dibe bila bibe yekitî, yekitî.”
‘Divê mirov bangawaziya edaletê ya Qurênê cidî bigire’
Pispora Ewlekariya Kar Hadiye Yolcu bi sernavê “Têkiliyên aborî, jîngeh û girêdayîna, pozîsyona îslama siyasî di nav sîstema sermayeya pereyî û giştî de” pêşkêşiyek kir û ev tişt gotin: “Divê mirov bangawaziya edaletê ya Qurênê cidî bigire û ji bo rastbûna olê, divê li têkiliya wê ya bi kesên bêhêz re jî binêre. Her wiha di Qurênê de jî tê gotin “Wey li halê kesên ku di pîvan û kêşanê de hîle dikin û ‘Xweda, nan, azadî’ dibêjin.”
‘Kurd pirsgirêka demokrasiyê dijîn’
Miftiyê Teqawît Abdulbakî Erdogmuş jî li ser mijara “Têkiliya ol û siyasetê” axivî, diyar kir ku dema Kurd daxwaza dewlet, statû, maf û azadiyan dikin, bersiva yekem a ku rastî wan tê ol, biratiya îslamî û yekîtiya ummetê ye û wiha got, “Heta duh pirsgirêkên mîna yekîtiya ummetê hebûn. Îro jî li gora min Kurd pirsgirêka demokrasiyê dijîn. Ji bo kesên îdîaya siyaseta li ser bingeha olê dikin, Peymana Medîneyê ya Resûlê Ekrem wekî referansek girîng tê pêşkêşkirin û di wê serdemê de gelên din li dora vê nivîsa peymanê bûne yek. Peymana Medîneyê ne hukmekî makeqanûnî, ye rêzikên wê rojê cuda bûn. Îro ez vê yekê rast nabînim ku di navbera Mislimanan de wekî hukmekî hevpar ê makeqanûnê were dîtin.
Nivîskar Kadrîcan Mendî jî di rûniştina bi sernavê “Amûrkirina mezheban di desthilatdariyên Rojhilata Navîn de” de axivî. Kadrîcan Mendî jî li ser teolojiya xelîfetiyê ya piştî wefata Hz. Mihemed rawestiya û nirxandinên xwe kir.
Piştî rûniştina dawî, dê encamnameyê ya Konferansê were eşkerekirin.
















