Şirnex – Li Cizîrê welatiyê bi navê Bûrhan Gasir bi îdiaya ku dişibe endamekî PKKê hat girtin.
Li bajarê Şirnexê dadgehê serî li rêbazek sosret da û welatiyek ku şiband “endamekî PKKê” da girtin.
Li taxa Banêxanê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê roja 16ê Hezîranê serê sibê polîsan bi ser mala Bûrhan Gasir de girt û Bûrhan Gasir (41) xistin bin çavan. Bûrhan Gasir ê ku 3 rojan di binçavan de ma piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi hinceta ku Bûrhan Gasir dişibe endamekî PKKê bi daxwaza girtina sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê jî di 19ê Hezîranê de bi heman îdiayê derbarê Gasir de biryara girtinê da.
Bûrhan Gasir piştre birin Girtîgeha Tîpa Tyê ya Şirnexê û hate zanîn ku biryara nepeniyê ango veşarî li ser dosyeya Gasir heye.
Hate diyarkirin ku Bûrhan Gasir bavê 6 zarokan e û 21 sal in weke şofêr diçe Başûrê Kurdistanê û tê.













