Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civîna gel a Elbakê de axivî û diyar kir ku Kurd bi yasa û qanûnan mafên xwe yên herî bingehîn dixwazin û got: “Divê gelê Kurd bi ruhê yekîtiyê tevbigere û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê bi dirûşmeya “Em Aştiyê bi Gel Re Saz Dikin” gundê Taxikê ya navçeya Elbakê ya Wanê civîna gel li dar xist. Civîn rastî eleqeyeke mezin hat û welatiyan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de pirsên xwe ji Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir kirin. Tevî Bayindir, parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, rêveberiyên navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê û bi sedan welatî tev li bernameyê bûn.
‘Êdî Kurd mafên xwe û azadiya girtiyên siyasî dixwazin’
Keskîn Bayindir di civînê de diyar kir ku ev civînên gel ji bo nirxandina pêvajoya aşitiyê û bersivandina pirsên di serê welatiyan de tên lidarxistin. Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê ev pêvajo bibe sedema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û got: “Em her wekî din ketine pêvajoyeke nû ya aşitiyê. Kurd êdî dixwazin li ser axa xwe bi azadî û bi çanda xwe bijîn. Em naxwazin li ser axa me xwîn birije. Pêvajoyên berê bi destê dewletê hatin xerakirin û şerên pir xedar qewimîn. Planên mezin çêkirin ku kes xwedî li birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê dernekeve. 100 sal e vê planê dimeşînin, lê Kurdan mîna îro li vir, birêz Abdullah Ocalan wekî rêber qebûl kirin û têkoşiyan. Ev pêvajoya ku îro heye, bi saya têkoşîna gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Kurdan xwedî li gava aşitiyê derketin û gava herî girîng ankû çekdanînê nîşan dan û dilpakiya xwe ispat kirin. Êdî Kurd mafê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û azadiya girtiyên siyasî dixwazin.”
‘Divê ku em baş bi rola xwe rabin’
Keskîn Bayindir bal kişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên bi salan û diyar kir ku gel êdî bi xapandin û sekinandinê bawer nake. Keskîn Bayindir wiha berdewam kir: “Kurd bi yasa û qanûnan mafên xwe yên herî bingehîn dixwazin. Gava desthilat û dewlet gavan navêjin, ev yek di nav gelê Kurd de dibe sedema bêbaweriyê. Ji bo ku em bi ser kevin û destê birêz Abdullah Ocalan xurt bikin, divê em rola xwe baş bilîzin. Divê gelê Kurd bi ruhê yekîtiyê tevbigere û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
‘Pêvajoyê bi serkeftin û aştiyê tacîdar bikin’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dindar jî bal kişand ser berdêlên ku di dîrokê de hatine dayîn û got: “Heta îro heke zarokên me li çiyayan li ber xwe dabin û pêvajo anîbin vê astê, divê em jî xwedî li vê têkoşînê derkevin û pêvajoya çareseriyê wekî peywir bibînin. Divê em vê bîrê biparêzin û pêvajoyê bi serkeftin û aştiyê tacîdar bikin.”
‘Heke em dixwazin xwe bi xwe birêvebibin, divê em komûnên xwe ava bikin’
Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axaftinek kir û bal kişand ser giringiya avakirina komûnan. Abdullah Zeydan got: “Çi tiştê ku me heta îro qezenc kiriye, bi saya têkoşîna me ye. Heke em yekitiya Kurdan ava bikin, em ê civaka xwe hîn bêtir bi pêş bixin. Ji bo vê yekê avakirina komûn û meclîsên me ji bo me girîng e. Îro qadên jiyana me, zozan û çêrgehên me, xwezaya me bi biryarên Enqereyê di bin qedexeyan de tên birêvebirin. Heke em dixwazin xwe bi xwe birêvebibin, divê em komûnên xwe ava bikin û biryarên xwe bixwe bidin.”
Civîna gel, piştî pirs û bersivên welatiyan bi dawî bû.












