Amed – Di 27 û 28ê Hezîranê de li Amedê Konferansa Zimanê Kurdî were lidarxistin. Ji komîteya amadekar a konferansê Mehmet Emîn Gokdemîr destnîşan kir ku ji ziman heta hiqûq, psîkolojî û sosyolojiyê gelek mijarên esasî werin axaftin û nirxandin.
Li Amedê di navbera 27-28ê Hezîranê de, bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê pêvajoya aştiyê ya zimanê Kurdî’ Konferansa Zimanê Kurdî tê lidarxistin.
Ji komîteya amadekar Mehmet Emîn Gokdemîr derbarê armanc, naverok û bernameya vê xebatê de ji ajansa me re axivî.
‘Mafê zimanê Kurdî nehatiye dayîn’
Mehmet Emîn Gokdemîr bi bîr xist ku bereriya niha di meclisê de komxebatek li ser vê mijarê hatibû çêkirin û wiha got: “Konferans, ji statûyê heta perwerdehiyê, li ser pêvajoya aştiyê ya zimanê Kurdî ye. Niha wekî ku tê zanîn, tê fêmkirin ku pêvajoyeke aştiyê heye û berdewam dike. Ev pêvajoya aştiyê, li aliyekî birêz Ocalan e û li aliyekî din jî dewlet e. Beriya niha derbarê vê pêvajoyê de li meclisê komxebatek hatibû amadekirin. Her kes hatibû wê derê û li ser mijarê peyivîbûn; ji bo çi kêm e, çi divê were kirin, hatibûn tespîtkirin. Li wir li ser mafên ziman, mafên Kurdan hinek tespît hatibûn kirin. Ji wan yek jî mafê xwezayî bû. Di nav mafê xwezayî de, ji aliyê hiqûqî ve em dikarin behsa mafên pozîtîf, mafên negatîf û mafên statûyan bikin. Li wir jî mafê zimanê Kurdî heye. Mafê zimanê Kurdî nehatiye dayîn. Li wir tespîta meclîsê ev e ku divê ev maf were dayîn. Ev konferans jî armanc dike ku ji bo dayîna van mafên zimanê Kurdî ji Kurdan re, gelo her kes dikare çi bike? Divê meclîs kîjan qedexeyan rake û divê çi were kirin, pêşî wan tespît bike, daxwaz bike, paşê bixebite û di encamê de jî nîşan, şîret û rênasî bide. Wer bibe ku divê ev tişt biguherin.”
Konferans dê ji 7 beşan pêk were
Mehmet Emîn Gokdemîr da zanîn ku konferans dê li ser 7 beşan were meşandin û ev tişt anî ziman: “Dê 7 beşên konferansê hebin. Wextê ku em dibêjin li ser statû û heta perwerdehiya zimanê Kurdî, gava em dipeyivin ne perspektîfek e, divê perspektîfên din jî hebin. Di ya yekem de divê em li ser hiqûqê biaxivin. Çi qedexe hene, paşê dê li ser perwerdehiyê were peyîvîn. Piştî perwerdehiyê, beş bi beş dê li ser çand û rojnamegeriyê em ê biaxivin. Di beşên din de reyna siyaseta herêmî û dengdan, cihgirtina rêveberiyên herêmî ya ku heye, siyaseta ku heye, hene. Piştî siyasetê, berdewamî û stratejiya zimanê Kurdî heye. Piştgir hene, pisporên zanyar dê di beşên xwe de biaxivin û delege hene; dê delege jî temaşe bikin, pirsên xwe bipirsin û bi hev re rêyeke nû bibînin. Piştî van 7 beşan, di rûniştina 8an de dê rênasî û dengdan hebin; li wir jî ev mesele hemû ji serî heta dawiyê ji bo bi kar anînê, dê bi berfirehî were nirxandin.”
Ji derûnînasî heta civakînasî û hiqûqê gelek mijar bên niqaşkirin
Di axaftina xwe de Mehmet Emîn Gokdemîr da zanîn ku di konferansê de mijar tenê ne zimanê Kurdî ye, mijarên wekî derûnnasî, civaknasî jî dê werin nîqaşkirin û wiha pêde çû: “Beş û mijarên konferansê yên zimanê Kurdî ne. Tenê beşek jî nîn e; hiqûq, psîkolojî, sosyolojî, hemû beşan di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê çendî, niha kî li ser zimanê Kurdî dixebite, pispor e, di warê zanistî de li ser zaravayekî pêş ketiye û temsîliyeta wî ya li ser zimanê Kurdî heye; hemû ji bo konferansê hatine gazîkirin û vexwendin. Ji ber vê yekê, ew hemû jî niha hem di nav unsûr, elemanên avaker ên vê konferansê de ne hem jî delegeyên vê konferansê ne. Ji ber vê ji derveyî bajar û derveyî welat dê gelek delege werin Amedê.”
‘Hêvî dikim konferans ji her alî ve peyda xwe hebe’
Her wiha Mehmet Emîn Gokdemîr destnîşan kir ku piştî konferansê dê ji bo sazî û dezgehên ku tevlî konferansê dibin, plansaziyek were amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dezgeh, sazgeh, komele û saziyên ku bi delegeyên xwe re tên vir, dixwazin ji bo nav xebatên xwe, hem biryarê bigirin hem jî plansaziyek bigirin û van planên xwe jî bibin nav komele, weqf û dezgehên xwe, li wir şîrove bikin û di nav xwe de biryaran bigirin. Ez hêvî dikim ev konferans dê ji bo wan jî bibe wesîleyek. Hem ji bo proje û pêvajoyên wan, hem jî ji bo wê aştiyê. Ez hêvî dikim konferans ji her alî ve pir feydedar be. Wekî gotina dawî ez dikarim vê bibêjim; Wekî ku tê zanîn, di nav me de li meclîsê pêvajoyeke aştiyê dimeşe û di vê aştiyê de behsa zimanê Kurdî tê kirin. Çawa ev Kurd tên ba hev û li ser zimanê Kurdî, ji statûyê heta perwerdehiyê diaxivin, di encama vê konferansê de jî helbet dê encam û neticeyeke girîng derkeve holê.”













