* Parlementerê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê rêya di navbera Şirnex û Wanê de ku ev 13 sal in nayê xelaskirin axivî û got ku dema ji bo rêyên ewlehiyê be, pere heye lê dema ji bo rêyên civakî be pere nayê şandin.
* Dayika Medenî Yildirim, Fexriye Yildirimê behsa kurê xwe yê di 28ê Hezîrana 2013an de di çalakiyeke protestoyî ya li dijî çêkirina qereqolê de hatibû kuştin kir û diyar kir ku her çend zext, girtin û kuştin li ser gelê Kurd berdewam bike jî divê têkoşîna ji bo aştiyeke bi awayeke rûmetdar berdewam bike.
* Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapoa ATKê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan. Kurê Mehmet Elçe, Huseyîn Elçe bal kişand ser rewşa dawî ya bavê xwe û got: “Nexweşiyên wî her ku diçe zêdetir dibin. Niha êdî nikare bimeşe û tenê bi alîkariya kursiya biteker bi rê ve diçe. Divê demildest were berdan.”
* Damezrînerê Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk diyar kir ku dema ku komar ava bûye li ser Kurd û Kurdî jî înkar dest pê kiriye û got: “Li gorî berê îro ziman pêşketiye, standartekî hatiye avakirin. Kovar û weşanxane ji bo gelek kesan bû dibistan. Di aliyê weşangeriyê de pêşketin çêbû lê mixabin di nava gel de bandorek zêde nekir. Di nava mal û kolanan de Kurdî ewqas belav nebûye.”
* Siyasetmedarên Wanê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê kirin û diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya civaka demokratîk û gelên bindest e.
* Rojnameger Reyhan Hacioglû ku bi salan li gel kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest da, xebitiye, behsa dilsoziya hempîşeyê xwe kir û da zanîn ku Bayram Balci ji bo hemû rêhavalên xwe ji dil bû.
* Ji mamosteyên 12 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne Serdar Akturk û Beytullah Kayaalp diyar kirin ku ew ê dev ji çalakiya xwe bernadin û xwestin daxwazên wan werin pêkanîn.
* Gerînendetîya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Saredarîya Bajarê Mezin a Amedê dê li Çand Amedê kovara xêz û xêzeçirokan a bi navê BAJAR bide nasîn. (14:00)
* Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê dê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê û Piştgiriya Kesên ku Rastî Îşkenceyê Hatine re li Amed, Wan, Stenbolê û Îzmîrê daxuyanî bidin. (12:00-17:00)
* TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê a Îzmirê, dê derbarê cezayê ku li Ayşe Gokhanê hatiye birîn, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyanî bidin. (18:30)








