Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewamiya cîvînên gel de derbasî gundê Keverzo yê navçeya Qubînê ya Êlihê bûn û li wir jî axîvî û bal kişand ser pêvajoya heyî ya ku tê meşandin û got: “Meseleya Kurd meseleyeke Tirkiyeyê ye, çareserkirina wê berpirsiyariya hemû partî û beşên civakî yên Tirkiyeyê ye.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiya xwe ya dawî li gundê Keverzo yê navçeya Qubînê ya Êlihê bi bi diruşmeya “Em bi gel re aştiyê ava dikin” bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar hate lidarxistin. Di bernameyê de gelek kes beşdarî bûn. Her wiha di bernameyê de Diyadîn Tûrhan ku piştî 32 salan ji girtîgehê hatibûn berdan tev li bû.
‘Lê îro her kes dest bi gotina gelê Kurd kiriye’
Di despêka bernameyê de Diyadîn Tûrhan di civînê de axivî û diyar kir ku şer ne hilbijartinek ji aliyê civakan ve ye û got ku gel tenê dema ku neçar in diçin şer û wiha axivî: “Gelê Kurd bi salan rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tên. Di demên berê de hebûna Kurdan jî nedihat qebûlkirin. Li şûna ‘pirsgirêka Kurd’ peyva ‘pirsgirêka Rojhilat’ dihat bikaranîn. Û dema ku qala Kurdan dihat kirin, ew wekî bi eslê xwe Kard û kûrd dihatin binavkirin. Lê îro her kes dest bi gotina ‘gelê Kurd’ kiriye. Heta bikaranîna vê peyvê jî guhertinek girîng nîşan dide. Pêvajoya aştiyê berdewam lêgerîna çareseriyek siyasî ye. Her kes dipirse ka ev pêvajo tê çi wateyê. Wateya wê ev e; ‘em dixwazin vê pirsgirêkê bi têkoşîna siyasî, li ser bingehek bê şer, mirin û çekan çareser bikin. Em dikarin bi ziman, siyaset û rêbazên demokratîk mafên xwe bi dest bixin.”
‘Divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe’
Pişre Çigdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: “Birêz Abdullah Ocalan demekê dirêje ku polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn têne kirin ji bo ev şer bê sekinandin bangek ji bo aştiyê kiriye. Daxwaza gelê Kurd a jiyana bi nasname û zimanê xwe mafek demokratîk û rewa ye. Pratîkên girtîgehan, siyaseta tayînkirina qeyûmên dewletê û nebicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî gavên armanca wan girtina rêya aştiyê ne. divê em ji hemû beşên civakê re rave bikin ku aştî pêdiviyek hevpar e. Ji bo ku pêvajo li pêş bikeve divê statuya birêz Ocalan bê destnîşankirin. Ji ber ku dewlet hişmendiyeke yekreng ferz dike, divê têgeha neteweya demokratîk xurt bibe.”
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.


















