Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir tevlî civîna gel a li axa Suphanê ya navçeya Artamêtan bû, li ser nîqaşên pêvajoya nû axivî û got, “Bila dilê dayikên me rehet be; tu hêz nikare gelê Kurd bixapîne.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya “Em Gotina Aştiyê bi Gel Re Ava Dikin” civînên gel li dar dixe û pirsên welatiyan dibersivîne. Di vê çarçoveyê de, şandeya DBPê li taxa Suphanê ya navçeya Artamêtan a Wanê bi welatiyan re hat cem hev û pirsên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersivandin.
‘Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî peywireke mezin danîn ser milên me’
Keskîn Bayindir bal kişand ser pêdiviya aştiyê û got: “Îro li vir, dayikên me yên aştiyê laçikên xwe yên spî dirêjî me kirin û barekî pir mezin danîn ser milên me. Wan ji me re got, ‘Em dixwazin aşitî di demek de herî zû pêk bibe’. Em jî wekî şandeyê û tevgerê, çi dikeve ser milên me em ê bînin cîh û heta ku aştî ava dibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îro bara her mezin û giran li ser milên me ye. Gelê Kurd bi salan e di nav şerekî giran de berxwedanê dimeşîne, şerên herî mezin dîtiye, lê tevî vê yekê jî tu carî gav paşde neavêtiye. Gelê me giraniya şer pir baş dizane; ji ber vê yekê, Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin. Ew dibêje ku me di encama vê têkoşînê de mafê gihîştina statûyê bi dest xistiye. Ev 53 sal e ku ev berxwedan bê navber berdewam dike. Ger rêyek hebe, ew jî rêya azadî û aştiyê ye; ev rê jî dê bi saya têkoşîna ku ji aliyê egîd û fedaîyan ve hatiye dayîn, bi ser bikeve.”
‘Tevger û PKKê gavên girîng avêtin; êdî dora dewletê û MHPê ye
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku tu hêz û dewlet nikare gelê Kurd bixapîne û ev tişt anî ziman: “Baweriya xwe bi rêber û tevgera xwe bînin. Li Kurdistanê ji aliyê tevgera PKKê ve gavên pir girîng û dîrokî hatin avêtin. Êdî dor hatiye dewleta Tirkiyeyê û MHPê ku gavan biavêjin. Divê kes kesî nexapîne, bila dilê gelê me û dayikên me rehet be, bila baweriya wan bi tevger û rêberê wan hebe. Kes nikare gelê me û me bixapîne; ji ber ku îro li seranserê cîhanê rêberekî me yê mezin û navdar heye. Tu dewlet û tu quwet nikare rêberê me û tevgera me ya ku 53 sal in li hemberî her cure zehmetiyan li ber xwe dide, bixapîne. Baweriya me bi tevgera me, bi gelê me û bi rêberê me heye.”
Welatiyan di civînê de pirsên girîng pirsîn û rexneyên xwe jî anîn ziman.


















