Derengiya şeva borî li sînorê bajarokê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê, pevçûn derket. Li gorî medya artêşa pasdaran, di encamê de 3 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Saetên derengiya şeva borî, li xala kontrolê ya navbera bajarokê Bane û Seqizê de, pevçûn derket. Herî kêm 30 deqeyan dengê guleyan berdewam kir.
Medyaya nêzî Artêşa Pasdaran a Îranê, bûyerê piştrast kir û ragihand ku di encama şer de herî kêm 3 endamên Artêşa Passdaran hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Li gel ku hinek medyayên herêmê berpirsyartiya êrîşê xistin ser partiyên Kurd jî lê heta niha tu aliyan li ser bûyerê tu daxuyaniyek fermî nedane.













