Dadgeha Amedê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Halîse Aksoy a ku ji ber beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin, birî.
Dayika Egîd Îpek, Halîse Aksoy ji ber beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin. Xalîse Aksoy hestiyên lawê xwe Egîd di qutiyek kargoyê de wergirtibû û ev yek deng vedabû. Xalîse Aksoy di 28ê Nîsana 2023yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û piştre di danişîna duyemîn de hatibû berdan. Danişîna 7emîn a Aksoy li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek di danişînê de amade bûn.
Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were darizandin. Paşê jî parêzerên Xalîse Aksoy, li dijî îdiayên hatine kirin parastina miwekîla xwe kirin û xwestin miwekîla wan were beraetkirin.
Dadgehê ceza da Xalîse Aksoy
Şandeya dadgehê navberek da danişînê û piştre biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Halîse Aksoy birî.