Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi piştgiriya tîmên antî-terorê, li herêma Kesk û herêmên derdora wê yên li navenda Bexdayê operasyoneke berfireh li dar xistin û di nav de gelek parlamenter, bazirgan û rayedarên payebilind ên hikûmetê bi sûcdariya gendelî û talankirina mal û milkên giştî hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya Rojnewsê hêzên antî-terorê û firqeya taybet, ji saetên sibehê yên zû ve li herêma Kesk û derdora wê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine. Di heman demê de hinek wesayîtên zirxî û tank li ser sînoran hatine bicihkirin, hemû deriyên herêmê hatine girtin û lêgerîn hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin ku tenê xwendevanên ku nasnameya wan a taybet heye karibûne derbasî herêmê bibin.
Li gorî agahiyên dawî, girtin û binçavkirinan piştî deketina biryarên fermî yên dadweriyê dest pê kiriye. Di dema bicihanîna van biryaran de, li hinek cihan di navbera hêzên antî-terorê û parêzvanên hinek berpirsan de rageşî û pevçûnên fîzîkî çêbûne. Ev operasyon tenê bi Herêma Kesk ve sînordar nemaye; li herêmên sînorî yên mîna “Şeeb” û bakurê Bexdayê jî serdegirtinên hemwext hatine kirin.
Li gorî agahiyan nav û erkên kesên hatine binçavkirin wiha ne:
* Musenna Samerraî – Serokê Koalîsyona Azmê
* Ferhan Fertusî – Rêvebirê giştî yê berê yê Rêveberiya Benderên Iraqê
* Mihemed Seyhud – Parlamenterê berê
* Îbrahîm Sumeydî – Şêwirmendê berê yê Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî
* Generalê Leşkerî Abdilkerîm Sudanî – Sekreterê berê yê Mihemed Şiya Sudanî
* Abbas Sudanî – Birayê Serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî
* Elî Mearic – Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê
* Aliye Nesif – Parlamenter
* Ziyad Cenabî – Parlamenter
* Huseyn Hefacî – Parlamenter
* Behaeddîn Nurî – Parlamenter
* Mihemed Kerbulî – Parlamenter
* Muzher Kerawî – Parlamenter
* Ala Suker – Parlamenter













