Qada hewayî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê ku piştî êrîşên Îranê ya li ser Îsraîlê hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin.
Piştî ku şeva borî ji ber êrîşên Îran û Îsraîlê qadên hewayî li Iraq û Başûrê Kurdistanê hatibûn betalkirin, Desthilatdariya Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl a Iraqê carek din biryara vekirina qada hewayî li ber geştên asîmanî da.
Desthilatdariya Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl a Iraqê, ragihand carek din qada hewayî ya Iraqê ji bo geştên asîmanî yên ji bo hemû balafirxaneyan hatiye vekirin. Hat gotin ku wê li hemû balafirxaneyên Iraqê geştên asîmanî li gor rêkarên hatine erêkirin dest pê bikin.
Şeva borî ji ber êrîşên Îran û Îsraîlê Desthilatdariya Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl a Iraqê geştên asmanî yên Iraqê ji bo 72 saetan girtibû. Ev biryar balafirgehên Başûrê Kurdistanê jî vedihewîne.













