Welatiyên Rihayê ji bo Mitînga Azadiyê bi stranan û tilîliyan ber bi Amedê re ketin rê
Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve’ tê lidarxistin, wê li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 17.00an de dest pê bike. Welatiyên Rihayê jî ji bo tev li Mitînga Azadiyê bibin, ji ciwanan heta kal û pîran gelek kes bi coşeke mezin, bi tilîlî û stranan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Amedê.













