Parêzerê doza Gulistan Doku Alî Çîmen der barê 108 wezîfedarên emniyetê ya ku di veşartina delîlan de hevkariya Tuncay Sonel kirine, li dozgeriyê gilî kir.
Xwendekara Zanîngeha Munzur a Dêrsimê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’an de winda bû. Şeş sal piştî windabûna wê, di 13’yê Nîsanê de, 12 kes di operasyoneke li dijî sûcdaran de hatin girtin. Parêzerê malbata Gulistan Doku Alî Çîmen, derbarê 108 wezîfedarên emniyetê ya ku di lêpirsîna Gulistan Doku de roleke çalak lîstine delîl veşartine û bi Waliyê Dêrsîmê yê wê demê Tuncay Sonel re tevgeriyane serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê da.
Di gilînameyê de hat xwestin ku bi tevahî 108 wezîfedarên emniyetê, tevî Midûrê Emniyetê ya Bajêr yê wê demê Yilmaz Delen, Fermandarê Cendermeyan a Bajêr Tuggeneral Sînan Şen û Midûrê Şaxa Asayîşê yê wê demê Ertugrul Aslan, lêpirsîn bên destpêkirin.













