Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye û Platforma Jinan a Dêrsimê, ji bo aqûbeta Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojîn Kabaîş li Dêrsimê daxuyanî dan. Jinan tora îstîsmara zayendî ya ku polîs, leşker û rêveberiya zanîngehê di nav de ne eşkere kirin û ev yek wekî rewşa ‘şer’ pênase kirin.
Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye û Platforma Jinan a Dêrsimê, têkildarî jinên di bin çavdêriya dewletê de hatine qetilkirin ên wekî Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojîn Kabaîş, daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyaniya ku bi beşdariya nûnerên jinan ên ji 10 bajaran pêk hat, veguherî banga têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û şîdeta hişmendiya baviksalarî û dewletê.
‘Em hevparên qetilkirina Doku dizanin’

Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Dêrsimê Nurşad Yeşîl destnîşan kir ku ew 7 sal in pirsa “Gulîstan Doku li ku ye?” dipirsin. Yeşîl wiha got: “Bedena Gulîstanê nehate dîtin. Em baş dizanin ku kesên wê demê di serî û di nava saziyên giştî de bûn, hevparên vê cînayetê ne. Em hêvî dikin ku faîl cezayê heq dikin bistînin.”
Tora îstîsmarê tê parastin û xelatkirin
Li ser navê Însiyatîfê Newroz Unverdî axivî û da zanîn ku ew ji Amed, Êlih, Stenbol, Enqere, Eskîşehîr û Meletiyê bi zêdetirî 50 jinan hatine Dêrsimê. Unverdî diyar kir ku ji bo avakirina aştiyeke rasteqîn, beriya her tiştî divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî jinan re rû bi rû bimîne.
Unverdî bal kişand ser tora îstîsmarê ya li Zanîngeha Mûnzûrê tê meşandin û ev agahî parve kirin: “Wezîrê Edaletê dibêje wê sûcên ‘kiryarnediyar’ bên ronîkirin, lê çeteyên sûc li cihê xwe disekinin. Hate eşkerekirin ku li zanîngehê toreke îstîsmara zayendî ya organîze heye ku polîs û leşker jî di nav de ne. Kesê bi navê Cem Tekînoglû ku xwendekaran bi gefan neçarî têkiliya bi rayedarên dewletê re dikir, li şûna ku bê cezakirin, wekî şêwirmendê Parlamenterê CHPê Cemal Engînyurt hate peywirdarkirin. Faîlên wekî Ahmet Zulfu Turkoglu, Îbrahîm Ozer û Îlyas Kayaokay ku der barê wan de bi dehan giliyên destdirêjî û tacîzê hene, ji aliyê rektoriyê ve tên parastin û xelatkirin. Heta ev xetere ji holê ranebe, wê pêşî li sûcên nû neyê girtin.”
‘Ev ne aştî ye, ev rewşa şer e’
Unverdî destnîşan kir ku jin bi hinceta “xebitîna li ÎŞKURê” û yên wekî wê dikişînin nava torên îstîsmarê û faîlên van bûyeran jî bi piranî leşker, çawîşên pispor û hêzên ewlekariyê ne. Unverdî bal kişand ser mîlîtarîzekirina Dêrsimê û wiha domand: “Nifûsa Dêrsimê bi gundan ve 85 hezar e. Lê li vî bajarî 9 hezar xwendekar û nêzî 10 hezar hêzên ewlekariyê yên fermî hene. Yanî li bajêr serê her xwendekarekî zêdetirî polîsek an leşkerekî dikeve. Her der bi mobeseyan tê şopandin. Bi hinceta erdhejê saziyên wekî walîtî û edliyeyê xistine nava kampusa zanîngehê. Rêxistinên jinan nikarin bikevin zanîngehê, lê wesayîtên leşkerî û polîsan li ber deriyê yurdên xwendekaran in. Bajar veguheriye qadeke mêrsalar. Zêdebûna hêzên dewletê li vir ne ji bo ewlekariyê ye; berevajî vê yekê ewlekariya jinan ji holê radike. Îro dema qala aştiyê tê kirin, pêngava yekem eşkerekirina sûcên li dijî jinan e; ya duyem jî bidawîkirina vê hejmara anormal a polîs û leşkeran e. Ev ne aştî ye, rasterast rewşeke şer e.”
Hevkariya Cemaet, TUGVA û leşkeran
Di daxuyaniyê rola saziyên îktîdarê yên wekî TUGVA û Îlim Yayma Cemiyetî jî hate destnîşankirin. Unverdî diyar kir ku serokê TUGVAyê yê bajêr bi navê “Xwendekarên Jin ên Munzurê” komeke WhatsAppê ava kiriye û hejmarên telefonên jinan bi personelan leşkerî re parve dike. Unverdî got ku jin bi hinceta “gerê” dikişînin nava tora îstîsmarê û dema daxuyanî didin jî bi gefan tên bêdengkirin. Unverdî bibîr xist ku tevî van îdiayan jî Rektoriyê bi TUGVAyê re protokol îmze kiriye û ev yek nîşaneya hevkariyê ye.
Jinan di dawiya daxuyaniyê de peyama bilindkirina têkoşînê dan û wiha gotin: “Em ê bibin şopînerên van sûcan û pey vê yekê bernedin. Ji bo aştiyeke rasteqîn û azadiya jinan, em dibêjin dawî li şîdeta dewlet-mêr bînin!”













