NYyê ragihand ku di operasyona li sînorê Pakistan û Afganistanê hate lidarxistin de bi kêmanî 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 49 jî birîndar bûne.
Mîsyona Alîkariyê ya Efganistan a Neteweyên Yekbûyî (UNAMA), têkildarî operasyona Pakistanê ya di 28ê hezîranê ya li sînorê Afganistanê lidar xistî de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyanyê de hate gotin ku di êrişa hewayî ya 28ê hezîranê ya li wîlayeta Kunar û Paktîka ya Afganistanê de bi kêmanî 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 49 sivîl jî birîndar bûne.
Hate destnîşankirin ku di nava qurbaniyan de jin û zarok jî hene.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev dane li gorî agahiyên destpêkê ne, xebatên piştrastkirinê hê jî dewam dikin.













