• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

Navenda Nûçeyan / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 19:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
24 emîn Civata Giştî ya KNKê di dîplomasiya neteweyî ya Kurd de îmzeyeke dîrokî avêt. Bi dengên delegeyan hate erêkirin ku ji bo ku gelê Kurd bi statuya çavdêrî di NYê de cih bigirin, nameyeke fermî ji bo Sekreteriya Giştî ya NYê bê pêşkêşkirin.

Di rûniştinên roja duyemîn a 24emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de, zemîna pratîkî ya yekîtiya neteweyî û stratejiyên dîplomasiya navneteweyî hatin nîqaşkirin. Di lîjneya giştî de ji aliyekî ji aliyê delege û nûnerên saziyê ve pêşniyarên erkdarkirina komîsyoneke ji bo birêvebirina rêbaz û pêvajoyên amadekariyê yên ji bo xebatên konferans û kongreya neteweyî bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin, ji aliyê din ve jî bi muzakereyê biryar hat dayîn ku serlêdana statuya “neteweya çavdêr a ne endam” ku di dîroka Kurd de cara yekemîn ji aliyê saziyeke fermî ve ji bo NYê bê kirin.

Statuya neteweya çavdêr

Di nameya ku hate xwestin ku Kurd ku gelê herî mezin ê bê dewletin, di qada navneteweyî de bi awayekî fermî werin naskirin de, ev tişt hatin gotin:

“Sekreterê Giştî yê Birêz; Neteweyên Yekbûyî qebûl dike ku Kurd mezintirîn koma etnîkî ya bêdewletin û li gorî Şertê Neteweyên Yekbûyî Kurd bêyî ku rastî cihêkirinê werin xwedî mafên bingehîn ên mirovî û diyarkirina çarenûsa xwe ne. Her çiqas hiqûqa navneteweyî bi awayekî giştî piştgiriya cihêbûna yek alî nake jî, ev pozîsyon zirarê dide mafên bingehîn ên gelê Kurd û mafên wan ên sererastkirina vê rewşê (tazmînat.) Ev nêzîkatî neheqiya dîrokî ya ku ji aliyê hêzên mêtînger ên berê ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin, kûrtir dike. Wê rast be ku mirov bêje piraniya pevçûnên heyî yên li herêmê, ji ber parçebûna Rojhilata Navîne. Bêparbûna ji statuyeke qanûnî û siyasî, dibe sedem ku dengê Kurdan bêdeng bike û rastî cihêkirin û zextê werin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku em rastî êrîşên çekên kîmyewî, koçberiya girseyî hatin û neçar hatin hiştin ku rûbirûyê sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên din ên şer ên ji aliyê aktorên dewletê ve hatin.

Li welatê me, muameleya tenê welatîbûna dewletên Tirk, Ereb an jî Fars tê kirin. NYê ku xwe wekî yekîtiya dewletan bi nav dike, berpirsê êş û windahiyên me ye. Em dixwazin ku guhertineke di paradîhmaya bêalîbûnê ya NYê de bê kirin. Em ji NYê dixwazin ku ji me re bibe alîkar ku mafên me yên diyarkirina çarenûsa me û azadiyên me werin erêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê statukoya heyî bi vî rengî dewam neke.

Em Kurd wekî neteweyeke 60 milyonî, ne tenê ji dewletbûnê di heman demê de ji naskirina wekî neteweyeke jî bêpar têne hiştin. Di tevahiya sedsala borî de, mafên me yên bingehîn nehatin qebûlkirin û wekî neteweyeke bê dewlet rastî zextên sîstematîk hatin. Tevî ku em li gorî hiqûqa navneteweyî krîterên naskirina wekî neteweyeke pêşwazî dikin jî; çand, ziman, hebûna me wekî gelekî cuda di qada navneteweyî de nayê naskirin. Gelê Kurd daxwaza naskirina di qada navneteweyî de û nûnertiya li NYê de dike. Ji bo ku em bikaribin li ser navê xwe biaxivin, gelê xwe li dijî cihêkirin û wêderkirinê biparêzin, dixwazin ku statuya “dewleta çavdêr a ne endam” were dayîn. Ji bo ku dawî li wêderkirina qanûnî û bêdewletbûnê bînin, wekî gelê Kurd pêwîstiya me heye ku bibin xwedî platformekî ku bikaribin mafên xwe biparêzin.

Heta niha li NYê, li ser navê me hin kesên din axivîn. Dem hatiye ku gelê Kurd êdî bi navê xwe biaxive. Em Kurd xwe wekî neteweyeke bi nav dikin, dixwazî primordialist (cewhertî), dixwazî etno-sembolîk, dixwazî modernîst be, em dikarin li gorî pênaseya bingehîn a netewiyê bi vî rengî werin dabeşandin. Me tevkariyên girîng di curbecurbûna çandî, dîrokî û zimanî ya Rojhilata Navîn kir.

Kurd divê ji aliyê NYyê ve weke netewe werin nasandin

Em wekî Kurd, bi saxî ji hewldanên asîmîlasyonê û pêla paqijiyê yên etnîkî ku armanc dike ku hebûna me bi dawî bike, rizgar bûn; her wiha bûn hêza veguherîner ku jiyankirina hevpar a gelên cuda bi awayekî aştiyane li herêmê pêk bînin. Bêyî tevlîbûna çalak a gelê Kurd Rojhilata Navîn a geşdar, dewam û aştiyane pêk nayê. Gelê Kurd di şewêdana demokratîk, geşdar û ewleh a herêmê de xwedî rolekî girîng in. Em Kurd ku hem xwedî îrade hem jî çavkaniyên pêwîst in, bi biryar in ku tevkariyê di têkoşîna li dijî cihêkirina zayend, ziman, netew, koka etnîkî û avakirina aştiya mayîn de, bikin. Lê ji bo ku rola xwe ya avaker di pêşxistina aramî û ewlehiya herêmê de bi cih bînin, divê wekî neteweyeke werin naskirin. Di vê xisûsê de Neteweyên Yekbûyî xwedî roleke girîng e.

Banga me eve; Kurd ji aliyê NYê ve wekî neteweyeke werin naskirin, ji bo gelê Kurd li NYê statuta dewleta çavdêr a bêyî endambûnê were dayîn.”

Lîjneya Giştî piştî xwendina nameya ku wê ji bo NYê bê şandin, li ser van du mijarên bingehîn ku pêşeroja gelê Kurd wê rasterast eleqeder dike, nîqaşan kir.

Delege, nûnerên saziyê û rewşenbîr, ewilî li ser taybetmendiyên binyadî yên komîteya amadekar ku rê û rêbazên konferansê diyar bikin, rawestiyan. Piştre li ser xetên dîplomatîk ên nameya dîrokî ku wê ji bo NYê bê şandin û têkoşîna statu ku wê di qada navneteweyî de were meşandin, nirxandin hatin kirin. Piştî ku her du pêşniyar jî ji bo erêkirina delegasyonê hatin pêşkeşkirin, lîjneya giştî bi nîqaşkirina plansaziyên serdema nû dewam kir.

Hevserokên KNKê Ahmet Karamûs û Zeynep Murad di axaftina xwe de destnîşankirin ku hemû rexne, pêşniyar û perspektîfên delege û nûnerên saziyan ên di tevahiya lîjneya giştî de hatine notgirtin û di xebatên serdema nû de bêyî kêmanî were dîqetkirin. Hevserokatî diyar kir ku eqlê hevpar ku di rûniştinan de derket, hêzekî mezin bide yekîtiya neetweyî û fealiyetên dîplomasiyê yên ku werin meşandin û spasiya tevahiya delegasyon, nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên ku tevlî vê lîjneya giştî bûn û tevkarî kirin, kir.

Wê ji bo Barzanî û Talabanî name bên nivîsandin

Dîwanê ragihand ku wê ji bo ku nîqaşên li dora konferansa neteweyî hatin veguherîn gavên şênber, di serî de Serokê Giştî yê PDKê û Serokê Giştî yê YNKê, ji bo serokên partiyên Kurd ên cuda, ji bo konferansa neteweyî name werin nivîsandin. Civîna Lîjneya KNKê ya du rojan bi vî rengî bi dawî bû.

Etîket: KNKKurdNYstatuya çavdêr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

KNK di roja duyemîn de Konferansa Neteweyî nîqaş dike

7 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

7 HEZÎRAN 2026
Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

6 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

6 HEZÎRAN 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

3 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (190)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne