• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

Nabenda Nûçeyan / AW

1 TÎRMEH 2026 - 18:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Mafên Mirovan ya KNKê bertek nîşanî pêla darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê da û bang li NY û YEyê kir ku tavile destwerdanê bikin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê pêla darvekirinê ya berdewam li Komara Komara Îslamî ya Îranê û bi armancgirtina girtiyên siyasî yên Kurd û hemû kesên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî têne tepeserkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heft mehên borî de, rayedarên Îranê hejmara darvekirinan bi berçav zêde kirine û wiha hate gotin, ”Di nav qurbaniyan de hejmareke zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd hene ku piştî darizandinek neheq û pêvajoyek dadwerî ya bêbawer cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn. Piraniya van dozan li ser tohmetên wekî gefên li ser ewlehiya niştîmanî ya sîxurî an hevkariya bi komên brhelistkar re têne avakirin, di heman demê de raporên rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî amaje bi vê didin ku îtîraf di bin îşkence, fişar û dadwerî de nelojîk hatine wergirtin û mafê darizandinek dadperwerane bi eşkere hatiye binpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema şerê çekdarî yê di navbera Îran û Îsraîlê de û piştî ragihandina agirbestê, rayedarên Îranê leza darvekirinê bi awayekî berfireh zêde kirin û wiha hate gotin, ”Hejmarek rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî ev gav wekî hewldanek ji bo sûdwergirtina ji mijûlbûna civaka navneteweyî bi krîzên herêmî û zêdekirina siyaseta tepeserkirina navxweyî şîrove kirine.”

Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK’ê diyar kir ku bikaranîna cezayê darvekirinê li dijî girtiyên siyasî, bi taybetî çalakvan û girtiyên Kurd, ne tenê binpêkirina mafê bingehîn ê jiyanê ye, belku ew beşek ji siyaseteke sîstematîk ya çavtirsandin, bêdengkirin û rakirina dengê dijberan e û wiha got, ”Ev tevger, digel îşkenceyê, îtîrafên bi zorê, bêparhiştina mafê parêzer û darizandineke dadperwer, binpêkirineke eşkere ya peyman û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan pêk tîne.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHRC), Ofîsa Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Yekîtiya Ewropayê (YE) kir:

• Hemû hewldanan bikin da ku tavilê darvekirina girtiyên siyasî li Îranê rawestînin.

• Lêkolînek serbixwe, bêalî û zelal li ser îdiayên îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û darizandinên neheq bikin.

• Fişarên dîplomatîk, qanûnî û siyasî li ser rayedarên Îranê zêde bikin da ku bikaranîna cezayê darvekirinê wekî amûrek tepeserkirinê bi dawî bikin.

• Kesên berpirsiyarê van binpêkirinên mafên mirovan yên bêrehm li gorî hiqûqa navneteweyî û mekanîzmayên dadperweriyê bidene ber lêpirsînê.

Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK ê, dubare dike ku parastina mafê jiyanê, dadperweriyê û misogerkirina darizandineke adil bingehên her civakeke demokratîk in ku pabendî qanûnên navneteweyî ye. Bêdengiya li hember vê pêla darvekirinê tenê dê bibe sedema berdewamiya bêcezatiyê ji bo sûcdaran û kûrtirkirina binpêkirinên mafên mirovan yên bingehîn.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026
Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Meclisa Jinan a PYDê êrişên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

1 TÎRMEH 2026
Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

1 TÎRMEH 2026
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (17)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne