• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Torontoyê aktîvîsta Kurd bû namzeta parlamenteriyê

Navenda Nûçeyan /AW

10 SIBAT 2025 - 10:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Li eyaleta Ontario ya Kanadayê akademîsyen û aktîvîsta kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê.

Akademîsyen û aktîvîsta kurd Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê doktora kiriye û di heman demê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ye; karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi berfirehî dimeşîne. Elîf Genç, bû namzeta parlamenteriyê ya hilbijartina 27ê sibatê. Elîf Genç anî ziman ku li herêma bûye namzet derdora 50-60 hezar Kurd hene, ew dixwaze bibe dengê Kurdan û di heman demê de tevkariyê li têkoşîna demokrasî û kedê ya li Kanadayê bike.

Elîf Genç têkildarî pêvajoya hilbijartinê axivî û li ser sedema namzetiya xwe ya ji bo parlamenteriyê got: “Ez li vê derê akademîsyenek im û li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê bi navê Kurdan têdikoşim. Bi hezaran Kurd li vê herêmê ne û pirsgirêkên xwe yên cidî hene. Ji ber penaberî, bêkarî û krîzên din em di pêvajoyeke zehmet de ne. Dixwazim ji gelê Kurd re bibim alîkar, ji bo bibim dengê wan ez bûm namzet. Dixwazim tevkariyê li têkoşîna çîna karker bikim û mafên gelê xwe biparêzim.”

Elîf Genç diyar kir ku ew bûyerên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm û zextê qebûl nake. Genç ragihand ku divê mafên gelê kurd bêne naskirin û got: “Em dixwazin ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Heta ku mafên me Kurdan bi rastî neyên qebûlkirin, aştî pêk nayê. Eger hikumet daxwaza aştiyê dike divê gavên şênber biavêje.”

Elîf Genç da zanîn ku di hilbijartinê de ew bi îdîa ye û got: “Ez dengê kurdan û gelê herêmê dixwazim. Li benda piştgiriya her kesî me.”

Elîf Genç kî ye?

Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê karên xwe yên doktorayê dewam dike, li ser Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna dîasporayê karên akademîk kir. Genç li Torontoyê ji dayik bû û lê mezin bû. Bavê wê ji Batmanê, dayika wê Kanadayî ye. Di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên komeleyên Kurdan bû û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Ji 16 salî û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava civaka Kurd bû û kar kir. Li ser nasnameya Kurd a li dîasporayê û tevgera jinê karên akademîk kir.

Etîket: Elîf GençTorontoZanîngeha Torontoyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

18 GULAN 2025
Agirê Newrozê li Torontoyê jî geş bû

Agirê Newrozê li Torontoyê jî geş bû

22 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne