Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû ku di êrişa SÎHAya dewleta Tirk de hatibû kuştin, li Amedê malbata wî û kedkarên Çapemeniya Azad şîn danîn.
Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû ku li navçeya Ranya ya Silemaniyeyê di êrişa SÎHAya dewleta Tirk de hatibû kuştin, malbata wî û xebatkarên Çapemeniya Azad li Amedê şîn danîn.
Şîn li Mala Şînê Hevêdiyan a Pasûrê ya li navçeya Rezana Amedê hate danîn. Li gel endamên rêxistinên bajar û navçeyên yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, endamên Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û gelek kes serdana şînê kirin. Di serdanê de dua û fatîha hatin xwendin.
Şîn wê heta roja 12ê Sibatê berdewam bike.