Ev sê roj bûn şîna rojnameger Azîz Koyluoglû li Amedê hatibû danîn. Şîn bi dayîna mewlûdê bi dawî bû.
Di 27ê Çileyê de li navçeya Ranya ya Silemaniyeyê di êrişa SÎHAya dewleta Tirk de rojnameger Azîz Koyluoglu hatibû kuştin. Yekîneya Ragihandina Azad (YRD) di 8ê Sibatê de ragihandibû ku rojnameger Azîz Koyluoglu di êrişê de jiyana xwe ji dest daye. Çapemeniya Azad û malbata rojnameger Azîz Koyluoglu li Mala Şînê ya Hevêdan a Pasûriyan a li navçeya Rezana Amed ê şîn danî. Di roja sêyemîn a şînê de mewlûd hat dayîn.
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amed û Rihayê, rêveberêb MEBYA-DERê, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek welatî tev li mewlûdê bûn.
Mewlûd hat xwendin. Pîştî mewlûdê Hevserokê DEM Partiya Rihayê Bekîr Karakeçîlî axivî u got: “Em li ber keda hevalê me Ezîz Koyluoglu bejna xwe ditewînin û em soz didin hevrêyê xwe Ezîz Koyluoglu; em ê heta ku welate me azad bibe, em ê li pey doza te û hevalên te bin. Doza ku ji we ji me re hiştiye, em soz didin we ku em ê ala doz û têkoşîna we bilind bikin.”
Piştre xwarin hat dayîn û mewlûd di roja sêyemîn de bi dawî bû.