* Rêxistina DEM Partiyê dê li dijî qirkirina siyasî li pêş avahiya AZC Plaza ya li semta Ofîsê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
* Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê di roja duyemîn de didome.
* Şerê di navbera êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên li Helebê didomin. Şêniyên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd li dijî êrîşên HTŞê di parastina taxê de ne.
* Koça şêniyên taxên Helebê yên li herêma hikûmeta Şamê ber bi taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve didomin.
* Li Dêrsim û Miksê çalakî û nerazibûnên li dîjî tayînkirina qeyûman didomin.