Çalakiyên ciwanan ku piştî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, heta serê sibehê li hemû taxên Wanê berdewam kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk, li Wanê di 15ê sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir. Piştî tayînkirina qeyûm polîsan zêdetirî 100 kesan bi lêdanê binçav kirin. Piştî tayînkirina qeyûm, li hemû taxên bajêr ciwanan dest bi çalakiyan kir. Polîs bi TOMA û gazên îsotê êrişî ciwanan dikin û ciwan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv didin. Şevê din jî heya serê vê sibê li gelek taxên Wanê çalakî hebûn û ciwanan nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm di nava kolanan de agir vêxistinê nîşan dan. Di çalakiyan de ciwanan gelek caran dirêşmên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Wanê li vir e, li cem rûmeta xwe ye” berz kirin.