• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konseya Bajêr tayînkirina qeyûm şermezar kir

Amed /AW

18 SIBAT 2025 - 14:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konseya Bajêr a Amedê bi dirûşma “Êdî bes e ji tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser hilbijartiyan re” li ber şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Konseya Bajêr a Amedê li ber şaredariya Bajêrê Mezin a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de nûnerên Partiyê Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD), Parlementara Amedê Adalet Kaya û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da.

Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku AKP qeyûm tayînî şaredariyan dikin û got: “Li Tirkiyeyê pişti rewşa awerte hat îlankirin, dewlet bi aliyê KHKyê dest bi tayina qeyûma kir. Di sala 2016an de 95 şarederên BDP qeyûm hat tayin kirin. Nûnerên hikûmetê yên ku xwestin bi feraseta ‘terorê’ bêhiqûqiya tayînkirina qeyûman rewa bikin, piştî hilbijartinên 31ê Adara 2019an jî polîtîkayên xwe yên qeyûman dewam kirin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an, Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarê mezin, 5 şaredarî, 33 şaredariyên navçeyan û 7 şaredariyên bajarokan bi giştî 48 şaredariyên HDPê kirin. Di dema nîqaşên ji bo aştiyê tên kirin de, dîsa qeyûm tayînî şaredariyên piştî hilbijartina 31ê Adara 2024an hatin hilbijartin dikin. Di 3ê hezîrana 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Piştî wê qeyûm li ser qeyûm tayîn kirin. Herî dawî qeyûm tayînî Şaredaiya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Piştî hilbijartina 31ê Adarê qeyûm tayînî 11 şaredariyan kirin. Ji van şaredariyan 9 ji wan DEM Partî û 2 jî yên CHPê ne. Ji sala 2016an ve, bi rêk û pêk qeyûman tayînî şaredariyên bajarên kurdan dikin. Bi van qeyûman mafê hilbijartinê û bijartinê binpê dikin. Desthilatdariya siyasî ji bo rewakirina biryara tayînkirina qeyûman, darazê dike amûr û ceza li hevşaredaran dibirin.”

Em weke Konseya Bajarê Amedê tu carî tundiya hiqûqê û astengiyên li dijî welatiyên ku dixwazin mafê xwe yê xwepêşandana aştiyane biparêzin. Em bang dikin ku demildest hemû welatiyên ji ber bikaranîna mafê xwe yê civîn û xwepêşandanê ku di makezagonê û gelek metnên qanûnên gerdûnî de weke maf hatiye pênasekirin, serbest bên berdan, hemû pêvajoyên tayînkirina qeyûman ên ku heta niha hatine kirin, tavilê bên rawestandin.

Danişîna 8emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 11ê sibatê de li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê hepsê li Abdullah Zeydan birî. Piştî ceza Hevşaredar Abdullah Zeydan re hat birîn Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 15ê Sibatê de qeyûm tayinî şeredariya Bajarê Mezin a Wanê kir. Piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên nerazîbûnên tên lidarxistin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

5 GULAN 2026
PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

5 GULAN 2026
Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

Rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

5 GULAN 2026
DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

5 GULAN 2026
10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

5 GULAN 2026
Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir

Şaredariya Peyasê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (121)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne