• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn  HATE NÛKIRIN

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurdistan Lezgiyeva: Şoreşên civakî bi serkeftina jinan pêkan e

AW

1 KANÛN 2024 - 15:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Nivîskara Xwebûnê Kurdistan Lezgiyeva, bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkşina li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bal kişand ser rola serkeftina jinan a di serkeftina şoreşa civakê de û got: “Serkeftina şoreşa civakî bi serkeftina jinan pêkan e.”

Nivîskara Rojnameya Xwebûnê di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û rola têkoşîna jinan a di şoreşa civakî de. Kurdistan Lezgiyeva destnîşan kir ku şerê sêyemîn ê parvekirinê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, niha li Kurdistanê her ku diçe gurtir dibe û wiha got: “Sedema bingehîn a vê jî berxwedana kurdan e ku li ser esasê xwerêveberî, xwe rêxistinkirin û xweparastinê sîstemeke alternatîf a rast ava kirine. Ev pergala ku bi pêşengiya jinan û li ser esasê beşdariya wekhev a jinan tê meşandin, îro herî zêde li Kurdistanê tê avakirin.

Nivîsa Kurdistan Lezgiyeva wiha ye:

Şerê Sêyemîn ê Parvekirinê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, niha li Kurdistanê her ku diçe gurtir dibe. Sedema bingehîn a vê jî berxwedana kurdan e ku li ser esasê xwerêveberî, xwe rêxistinkirin û xweparastinê sîstemeke alternatîf a rast ava kirine.

Em di serdemeke wisa de ne ku pergala serdest a mêr ku di nava qeyranê de ye, li tevahiya cîhanê di asta şer de êrîşên xwe yên sîstematîk li dijî jinan pêk tîne. Kurdistan yek ji herêmên ku herî zêde ev êrîş û şerê sîstematîk li dijî jinan pêk tê ye. Têkoşîna jiyana azad a bi pêşengiya jinan li Kurdistanê tê meşandin, bi şerê qirkirinê tê xwestin ku were pûçkirin. Tişta ku DAIŞ li Rojava û başûrê Kurdistanê dikir, AKP û hevkarên wê yên tifaqa faşîst li bakurê Kurdistanê dike. Di vê wateyê de DAIŞ û AKP ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn du aliyên heman madalyayê ne.

Şerê Sêyemîn ê Parvekirinê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, niha li Kurdistanê her ku diçe gurtir dibe. Sedema bingehîn a vê jî berxwedana kurdan e ku li ser esasê xwerêveberî, xwe rêxistinkirin û xweparastinê sîstemeke alternatîf a rast ava kirine. Ev pergala ku bi pêşengiya jinan û li ser esasê beşdariya wekhev a jinan tê meşandin, îro herî zêde li Kurdistanê tê avakirin. Sîstema Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelek e. Ji ber vê yekê li hemberî kurdan êrîşên ewqas giran û nemirovane tên pêşxistin. Di esasê xwe de hewl didin rêyên jiyana azad û demokratîk a gelan ji holê rakin.

Şer û qeyrana ku îro tê jiyîn rasterast bi dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber Apo a li girava Îmraliyê ve girêdayî ye. Êrîşên qirkirinê yên eniya faşîst a tirk a bi pêşengtiya AKP-MHP’ê de li Kurdistanê pêk tîne û tecrîda di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo bi awayekî paralel pêş dikeve. Ji ber vê yekê jî her xebat, her hewldan ku ji bo azadiya Rêber Apo tê kirin, di heman demê de ji bo rawestandina êrîşên qirkirinê yên li ser kurdan û gelên li Îran,Tirkiye, Sûriye û Iraqê ye. Her têkoşîna ku ji bo şikandina tecrîd û esareta Rêber Apo tê armanckirin, têkoşîna azadiya jinan jî xurtir dike. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de jî hesreta azadiyê ya jinên kurd e.

Tevî ku di nêzîkatiya azadiya jinan de di beşeke girîng a civaka me de bi pêşxistina têkoşîna azadiyê re guherînek erênî çêbû jî, ev têgihiştin ji ber bandorên tund ên feodaliyê di jiyana civakî û têkiliyan de diyarker in. Ji ber vê yekê îdeolojiya azadiya jinan nekariye weke zihniyeta civakî bi giştî civakê serdest bike. Her çiqas di qada civakî de di aliyê jinan de guhertinek çêbûbe jî, di zîhniyetê de guhertineke radîkal di asta tê xwestin de pêk nehatiye. Her çiqas tundî hişmendiya baviksalarî ya ku di van salên dawî de jin di nava civakê de rû bi rû maye heta radeyekê derketibe holê jî, ji bo çareseriya van pirsgirêkan encamên cidî dernakeve holê.

Ji bo jiyana ku îro ketiye nava pergalê ji pirsgirêkan rizgar bibe û bibe jiyîn, divê beriya her tiştî pirsgirêka jinan bê çareserkirin. Tu civak bêyî misogerkirina azadiya jinan nikare bigihîje azadiya xwe. Hemû şoreşên ku hatine kirin ev rastî îspat kirine. Hemû şoreşên ku ji bo wekhevî, edalet û jiyana azad di civakê de pêk hatin, nîşanî me da ku heta jin negihêjin azadiya xwe, şoreş bi tevahî bi ser nakevin. Dibe ku hin destkeftiyên berbiçav werin bidestxistin, lê ev nayê wê wateyê ku civak bi rastî azadiya xwe bi dest xistiye. Em dikarin vê di mînaka herî konkret a sosyalîzma reel de bibînin. Ev tê wê wateyê ku serkeftina şoreşên civakî tenê bi şoreşên jinan ên serkeftî pêkan e.
Azadiya Rêbertiya me û gelê me rojeva sereke ya hemû qadên xebata me ye, weke armanceke ku divê di demeke kurt de pêk were. Ji bo bidestxistina van armancan çalakî girîng in, ji bo afirandina jiyaneke nû, ferdekî azad û civakeke demokratîk xebatên me yên bênavber parçeyek ji armancên me yên demkurt û demdirêj e. Ji ber vê yekê jî xebatên hişyarkirin û rêxistinkirina her beşê civakê li gorî îdeolojiya azadiyê pêwîstî bi berdewamiyê heye. Têkoşîna azadiya jinan esasê afirandina civaka demokratîk û ferdê azad e.

Çavkanî:

Serkeftina şoreşên civakî bi serkeftina jinan pêkan e

Etîket: cîhancivakJinKurdistan LezgiyevaŞerê Sêyemîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

21 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

14 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne