ARÎ-DER di 20ê Sibatê de li Êlihê bi boneya 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê bi navê ‘‘Zimanê Kurdî: Hiqûq, Medya, Têkoşîn’’ panelekê li dar dixê.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya ARÎ-DERê 20ê Sibatê li Êlihê Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê seat di 14.30an de bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê bi navê ‘‘Zimanê Kurdî: Hiqûq, Medya, Têkoşîn’’ panelekê li dar dixe. Di panelê de dê wekî axêver Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevberdevkê Lijneya Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û rojnameger Onder Akbulut li ser mijarên xwe yên aliyê hiqûq, medya û têkoşînê pêşkêş bikin.
Axêver Newroz Uysal Aslan dê li ser mijarê “Ji hêla hiqûqî ve polîtîkayên ziman ên Tirkiyeyê ku li ser zimanê kurdî dimeşîne’’ axêver Heval Dilbihar dê li ser mijarê “Têkoşîna ji bo zimanê kurdî’’ û axêver Rojnameger Onder Akbulut jî dê li ser mijarê “Kurdi di Medyayê de Astengî û Derfetên li pêşiyê’’ axaftinan bikin.
ARÎ-DER bi aliyê medyaya sanal de xwest gel beşdarî panelê bibe.