Enqere – Mamosteyê Zimanê Kurdî Cîhat Îlbaş ê li ser medyaya dîjîtal kar û xebatên Kurdî dike diyar kir metaryalên dîjîtal ên Kurdî kêm in û divê bêtir werin amadekirin. Endamê TEV-KOMê Omer Bayraktar jî diyar kir ku rol û rista ciwanan ji bo têkoşîna Kurdî girîng e û got ew ê pêşeroja Kurdistanê ava bikin.”
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) li Enqereyê Komxebata “Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya Zimanê Kurdî” li dar xist. Di komxebatê de hiqûqnas, ciwan, dîroknas, zimanzan û siyasetmedar li ser astengiyên pêşiya zimanê Kurdî û têkoşîna statuya zimanê Kurdî nirxandin kirin. Mamosteyê zimanê Kurdî û avakarê Kurdolîngoyê Cîhat Îlbaş û endamê Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM)ê Omer Byaraktar ên weke axivêr beşdarî komxebatê bûne tekildarî rewşa zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo perwerdehiya bi Kurdî tê dayîn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Cîhat Îlbaş darberê hişê çêkirî û perwerdehiya zimanê Kurdî de anî ziman ku ji bo Kurdî meteryalên dîjîtal kêm in û wiha got: “Hişê çekirî derfetan dide ku mamostê û dildarên ziman bikarin metaryalên dîjîtal amadê bikin. Em bi hişê çekirê ve dikarin ferhengên pirzimanî û ji bo zarokan neverokên balkêş çêbikin ku baldariya wan bikişînin ser Kurdî.”

Hişê çêkirî û zimanê Kurdî
Cîhat Îlbaş bal kişand ser xebatên xwe yên li ser medyaya dîjîtal û zimanê Kurdî û ev tişt gotin: “Min ji bo sepanên mobile fêrheng amadê kiriye. Li ser vê ferhengê 3 zaravayên Kurdî û 13 ziman hene. Di ferhengên Kurdî yên online de peyvên zayêndê nişan nade. Ferhenga min amadê kiriyê ew pirsgireke çaraser dike. Ew jî ji bo xwendevanan hesaniyeke. Ji bilî vê yekê min ji bo sererastkirina rast nivîse pergelek amadê kir. Kurd zêdetir di xwendin û nivîsandinê de pirsgirek dijîn. Ew pergal peyvên ku xelet hatinê nivîsîn sererast dikê û rastiya wê nişan dide. Min ji bilî vê jî bernameyeke weke ders çêker amadê kiriye. Kesên ku dixwazin hobî an jî ser mijarek bi Kurdî bixebitin ji alikariya hişê çêkiri ve dikarin ji bo xwe dersan amadê bikin.”
‘Dersên onlînê yên Kurdolîngoyê îro ne’
Di berdewama axaftina xwe de Cîhat Îlbaş da zanîn ku dersen onlînê yên li ser Kurdolîngoyê îro destpê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazim ji bo zarokan xezê roman çêbikim. Ji bo zarok û ciwanan jî disa dixwazim lîstikên mobîl a peyvan û zanyarî amadê bikim. Êdî amadekirina van tiştan ji alikariya hişê çêkirî ve hesane. Heman kesên dildarên ziman dikarin van çêbikin. Di 8ê Hazîrana 2026an de waneyên online destpê dikin. Hevalên dixazin tevlî bibin dikarin li ser bernemeya Kurdolîngoyê bişopînin. Ez di wê baweriyê de me ku teqez zimanê Kurdî dê bibe zimanê perwerdehiya fermî. Lê divê heta wê rojê em bixwe amadê bikin. Em metaryalên xwe amadê bikin. Bi tenê xwestin ve çênabe divê em ava bikin û biafirînin. Gelê me xwedî zimanê xwe derdikeve lê dem guherî, divê em metaryalên dîjîtal amadê bikin.”
‘Em ê pêşeroja Kurdistanê ava bikin’

Endamê TEV-KOMê Omer Bayraktar ku xwendekarê Zaningeha Bogazîçiyê ye li ser armanca TEV-KOMê û rol û rista ciwanan sekinî û ev tişt anîn ziman: “Di gelek zaningehan de komên li ser ziman dixwebitin hene. Me xwest ku van koman hemû bînin cem hev û xebateke bi hêz derxin holê. Me du meh berê deklarasyona xwe aşkera kir. Em niha komên xwendinê bi rêve dibin. Em ê xebatên xwe li ser malpera fermî biweşinin. Em dixazin li hemû zaningehan waneyên zimanê Kurdî vêkin. Di nava zaningehên dewletê de tenê li zaningeha Bogazîçî waneyên Kurdî tên dayîn. Xeynî vê jî em kampanyayên ziman dimeşinin ku di nava ciwanan de hişmendiyek ava bikin. Perwerdehiyê Kurdî bê dayîn û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Em wek cîwan dizanin ku berpirsariya me gelek in. Em ê pêşeroja Kurdistanê ava bikin. Berpirsyariya me ew e ku em di serî de di nav xwe de zimanê xwe bikarbînin. Em zanist, teknîkê, wêjeye û şanoyê bi Kurdî li darbixin. Em ji bo statuya zimanê Kurdî têbikoşin ku ji aliyê hiqûqi ve jî bê nasîn.”
















