Federasyona Agirî ya Çandê li Îzmîrê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî paneleke li dar xist. Di panelê de bal kişandin ser parastina rûmeta zimanî û bang hate kirin ku tevî her cure zextan jî divê xwedî li Kurdî bê derketin.
Federasyona Agirî ya Çandê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Salona Konferansê ya Sancar Maruflu ya Karşiyakaya Îzmîrê panelek li dar xist. Di panelê de girîngiya parastin û geşkirina zimanê kurdî hat nîqaşkirin û banga xwedîderketina li zimanê Kurdî hat kirin. Bernameya ku bi moderatoriya Îhsan Bîrgul bi rêve çû, bi beşdariya panelîst mamoste Umît Fatma Firat û nivîskar Îhsan Colemêrgî birêve çû. Her wiha nivîskar Hekîm Karataş, nivîskar Fewzî Ciwan û rojnameger Ciwan Deger jî helbest xwendin. Gelek dildar û xemxûrên Kurdî salon tije kirin û bi stran û helbestên xwe bûn şirîkê vê çoşa Cejna Zimanê Kurdî.
‘Bazar hîn jî kesad e’
Di panelê de bal kişandin ser rewşa dîrokî û ya îro ya zimanê Kurdî. Axivêran gotina navdar a fîlozof û helbestvan Ehmedê Xanî ya ku dibêje, “Qewî kesad e bazara Kurdî” anîn bîra beşdaran û destnîşan kirin ku mixabin îro jî rewş wisa ye û Kurdî di warê bazar, perwerde û jiyana rojane de hîn jî qels e. Lê tevî hemû qedexe û asîmîlasyonê û bê têkoşina Kurdan jî, Kurdî bi sazî, ferheng û wêjeya xwe zimanekî pir dewlemend û zindî ye.”
Yek ji peyamên herî bi bandor a panelê, bangawaziya ji bo parastina rûmeta zimanî bû. Axivêran gotin: “Kurdî eger bimire jî, divê em dîsa jî Kurdiya xwe ya mirî nedin bi saxîtiya zimanên biyan.”














