• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Alî Kenanoglu: Li dijî êrîşan yekîtî gelek girîng e

Mehmet Alî Ertaş / AW

20 SIBAT 2025 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, der barê binçavkirina li dijî endam û rêveberên xwe anî ziman ku ev operasyon li dijî tevahiya civakên Tirkiyeyê pêk hatiye û got: “Li dijî van êrişan yekîtî gelek girîng e. Em ji bo xwe têkoşîna yekîtîya gelan dikin armanc.”

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 18ê Sibatê de li 10 bajaran li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyon pêk anî. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 54 kes binçav kirin. Gelek nunerên HDKê, rojnameger û hunermend hêj di bin çavan de ne û têkildarî dosyayê biryara veşartî dewam dike. Di 18ê Sibatê de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li dijî gelek endam û rêveberên HDKê kampanyayeke zêxtê da destpêkirin. Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi ser sedan malan de girt û herî kêm 54 kes binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de rojnamevan, hunermend û sendîkavan jî hene.

‘Operasyona li dijî HDKê li dijî yekîtiya gelan e’

Têkildarî operasyonê û binçavkirina endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû, ji Ajansa Welat re axivî û wiha got: “Her çend dozgerî di îfadeyên fermî de wekî operasyona li dijî HDKê bîne ziman jî, ev operasyon li dijî bingeha herî fireh a civakê pêk hatiye. Ev operasyon li dijî tevahiya civakê pêk hatiye. Operasyon û êrîş bi taybetî li dijî têkoşîna hevpar a hemû sazî, partî û rêxistinên û saziyên civakî yên ku li aliyê Rojava yê Tirkiyeyê ne, pêk hatiye. Ev operasyon li dijî yekîtî, piştevanî û hevkariya kesên ku li dijî îktîdarê demokratîkbûna Tirkiyeyê diparêzin, pêk hatiye. Di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de û di mijara avakirina Komara Demokratîk de hemû saziyên ku têkoşîna hevpar dimeşîne kirine hedefa xwe. Ji ber vê yekê mirov nikare tenê wekî operasyona li dijî HDKê pêk hatiye bênase bike. Xuya dike ku ev operasyon li dijî girseyek mezin a muxalifên Tirkiyeyê pêk hatiye.”

‘HDK platforma têkoşîna hevpar e’

Alî Kenanoglu, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 90 kesên muxalif , di kêliyeke dîrokê de bi HDKê re ketiye têkiliyê û wiha axivî: “Ji ber ku HDK rêxistina kesên sosyalîst, çepgir, jin, ciwan û têkoşerên ekolojiyê, elewî, misilman, xiristiyan, ermenî û suryaniyan, çerkez, êzidî û hemû bawerî û zimanên din, bûye platforma têkoşîna hevpar. Bûye sîwana hevpar a hemû rêxistin û saziyên muxalif a Tirkiyeyê. Li vir qala lîsteya 6 hezar kesan dikin. Lê bibêjin, 600 an jî 6 hezar an 60 hezar jî heye. Ji ber ku ev platforma kesên têkoşîna hevpar dide ye. Tu çiqas reqam bibêje jî pêkan e. Îro bi milyonan mirov beşdarî civînên HDKê bûne. Bi HDKê re ketine temasê. Bi awayekî temasa wan û HDKê bi hevre çêbûne. Yên ku li Tirkiyeyê muxalif e û neketine hundirê Tirkiyeyê tune ne. Ji ber vê yekê dixwazin rastiyê berovajî bikin. Bi vê yekê dixwazin li aliyê Rojavayê Tirkiyeyê têkoş3ina hevpar asteng bikin. Dixwazin têkoşîna hevpar a li dijî îktîdarê asten bikin û rawestînin.”

‘Ev operasyoneke siyasî ye’

Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu, destnîşan kir ku aliyekî din ê vê operasyonê heye û wiha pêde çû: “Çend roj berê operasyon pêk hatibû. Me ew jî dît. Li vir Lihevhatina Bajar heye. Lihevkirina Bajar bi tifaqa DEM Partî û CHPê ava bûye. Lê dixwazin vê yekê li HDKê bar bikin. Lê her kes dizane ku ev qadeke siyasî ye. Yek ji hevparê me DEM partî ye. Bi awayekî pir xweş lihevkirina bajar hatiye avakirin û di hilbijartina herêmî de li Esenyûrtê bi ser ketiye. Ev tifaqa CHP û DEM partiyê gaveke rast e û bi îktîdarê daye windakirin. Ji ber ku Lihevkirina Bajar bi hikûmetê daye windakirin, hikûmet wê dike armanc. Dixwazin HDKê ji bo xwe bikin amûr.”

‘Hedefgirtina HDKê hedefgirtina aştiyê ye’

Alî Kenanoglu, da zanîn ku di mijara aştiyê de, bi taybetî piştî 1ê cotmehê û şûnde piştî Dewlet Bahçelî gavek pêş de avêt, HDK bi her awayî li ser panel û semîner û konferansan kar kiriye û Kampanyayên îmzeyan dayedestpêkirin û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê 1 milyon îmze daye destpêkirin. Bi giştî armanc demokratîkbûna Tirkiyeê ye. Civakîbûna aştiyê ye. Dixwazin bi van xebatan li ser girîngî û wateya aştiyê rawestin. Armanc girtina HDKê tê wateya armancgirtina aştiyê ye. Îro dewleta ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, divê spasiyên xwe ji HDKê bike. Ji ber ku HDK karê dewletê hêsan dike. Rêya çareseriyê li pêş HDKê vedike. HDK hemû beşên civakê yên ji hev dûr ketine wan dîsa tîne cem hev. Dixwaze wate û girîngiya aştiyê ji hemû beşên civakê re bibêje. Îro berovajîkirina rastiya HDKê, berovajîkirina rastiyan e. Armancgirtina HDKê, hedefgirtina aştiyê ye. Di 3-4 mehên dawî de me çi kiriye an jî çi nekiriye hemû kar û xebatên me li holê ne. Hemû xebatên me li ser aştiyê ne.”

Alî Kenanoglu herî dawî li dijî van êrîşan yekîtî gelek girîng e û wiha bi dawî kir: “Ya esasî ji bo xwe dikin armanc yekîtiya têkoşîna gelan e. Eger armanc demokratîkbûn, têkoşîna hevpar be, wê demê divê mirov bêtir vê tifaqê û yekîtiyê mezin bike. Divê mirov li dijî binçavkirin, girtinan bêtir baldar be. Em ê aştî û jiyana hevpar her tim biparêzin û vê yekê berdewam bikin. Divê mirov têkoşîn û aştiya hevpar mezin bikin. Ji niha û şûnde divê mirov vê yekîtî û têkoşîna hevpar mezin bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

22 HEZÎRAN 2026
Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Li dijî kana kevir a li Kurdoxoliyê bertek: Proje gefê li qadên jiyanê dixwe

Li dijî kana kevir a li Kurdoxoliyê bertek: Proje gefê li qadên jiyanê dixwe

22 HEZÎRAN 2026
Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

22 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (622)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne