Repbêjên Kurdî Xem, Pîroz û Ronî Artîn bi turneya “Kurdish Rap Nights” derdikevin ser dikê.
Repbêjên Kurdî Xem, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan konsera ku li Stenbolê li dar xistin dest bi turneya xwe kirin û ew ê îşev li sehna “No21” a Amedê derkevin ser dikê û di 22yê Sibatê de li sehna “Filinta” ya Mêrdîn û di 23yê Sibatê de jî li sehna “Front Door” a Batman konseran li dar bixin. Wê ev repbêj xwe bigihînin guhdar û temaşekerên rapa Kurdî û hezkirîyên xwe. Daxwaza hunermenda ew e ku muzîka rapa Kurdî bigihînin asteke bilind. Repbêj bi vê berpirsiyarîyê li Tirkiye, Bakur, Başûr û dîasporayê gelek bajaran plansaziya turneya “Kurdish Rap Nights” dikin.
Wê di van konseran de hûnermendên sûrprîz jî hebin û armanca hunermendan bi taybetî ew e ku xwe bigihênin jenerasyona nû û ew guhdarên hêja ku bixwazin ahenga rapa Kurdî bi zindî tecrûbe bikin.