Rêveberê rêxistina DEM Partî ya Amedê Şêhmûs Yavuz ku wek Xalê Şêxmûs dihat nasîn jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê rêxistina DEM Partî ya Amedê Şêhmûs Yavuz (84) ku ji 30 salî zêdetir e kedkarê partiyên kurd bû jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Şêhmûs Yavûz piştî ji avahiya partiyê derdikeve û ji nişke ve dikeve erdê. Piştî Yavuz rakirin nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Şêhmûs Yavuz ev demek dirêj bû nexweşiya dil lê peyda bûbû û nexweş bû. Tevî hemû nexweşiyan jî di xebat û têkoşîna azadî û demokrasiyê de cih digirt.
Şêhmûs Yavuz ê ku wek Xalê Şêxmûs dihat nasîn, ji partiya HEPê heta îro di hemû partiyên kurd de xebat û rêvebertiyê kiriye.
Cenazeyê Şêhmûs Yavuz dê sibê li Goristana Yenîkoya Amedê bê veşartin.