• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

32 salên têkoşîna Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê

Navenda Nûçeyan / AW

26 SIBAT 2025 - 08:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo ku aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk li Tirkiyeyê pêş bikeve, ji sala 1993yan heta niha di nava têkoşînê de ye. Lê her ku Reberê PKKê Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj dike, dewlet vî destê aştiyê li hewa dihêle û li ser Kurdan şer ferz dike.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî tecrîda mutlaq a 4 salan di 22ê kanûna 2024an de bi rêya heyeta DEM Partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê nexşerêya ku ji 7 xalan pêk tê danî pêşiya Meclisa Tirkiyeyê. Vê carê erk û berpirsiyarî da hemû partî, rêxistin û saziyên ku nûnertiya civakê dikin. Li ser vê yekê Şandeya DEM Partiyê bi partiyên li Tirkiyeyê û başurê Kurdistanê re hevdîtin kirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 32 sal in ji bo çareseriyê gavan davêje, lê dewlet di şer û înkarê de israr dike. Dema em li hewldanên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên 32 salên dawî binerin dê hewldanên Abdullah Ocalan baştir bên xuyakirin. Werin em bi hev re sal bi sal li hewldanên Abdullah Ocalan binêrin ka kengî çi kiriye.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan herî dawî di 7ê tebaxa 2020an de çûn Îmraliyê û li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de dîsa got; ‘Ez ji bo çareseriyê Amade me û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin. Di 23ê cotmeha 2024an de jî biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan çûbû Îmraliyê. Wê demê jî got ‘Şert û merc bên avakirin ez amade me’. Abdullah Ocalan ji sala 1993yan heta niha ji bo aştiyeke mayînde û çareseriya pirsgirêka kurd di nava hewldanan de ye.

Lê hemî hewldanên aştiyê wekî her gav bi sûîqast, şer û operasyonan hatin bersivandin.

Cara yekemîn di Adara 1993yan de Abdullah Ocelan banga careseriyê kir û agirbesta yek alî îlan kir. Piştî şerê 1992yan, cara yekem PKKê agirbesta yek alî îlan kir.

Piştre Abdullah Ocalan, di 11ê kanûna 1995an de ji bo rê li pêşî siyaseta demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke, dîsa agirbesta yek alî îlan kir.

Di 6ê gulana 1996an de Abdullah Ocalan dîsa ket nava hewldanên çareseriyê. Lê vê carê li dijî wî sûîqast amade kirin. Piştî vê sûîqastê dîsa hewldana Abdullah Ocalan a aştî û çareseriyê bê encam ma.

Abdullah Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1ê îlona 1998an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir ku bi hevkariya dewletên emperyalîst Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin. Abdullah Ocalan, di 15e sibata 1999an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî vê yekê PKKê diyar kir ku wan agirbesta yek alî bi dawî kiriye.

Lê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hate girtin, dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Abdullah Ocalan li Îmraliyê di 2yê tebaxa 1999an de dîsa bang kir. Di 1ê îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Abdullah Ocalan di 20ê çileya 2000an de Projeya Aştiyê, di 4ê mijdara 2000an de Plana Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê û di 19ê hezîrana 2001ê de jî ji bo aştiyeke mayînde kete nava hewldanan û danezana lezgîn belav kir. Di 22yê mijdara 2002yan de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir.

Ji hemû nûneran re name şand

Abdullah Ocalan, dîsa ji serokomar, serokê meclisê, serokwezîr, serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Abdullah Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî û çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser kurdan berdewam kirin.

Abdullah Ocalan di 9ê tebaxa 2006an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û serokê CHP’ê yê wê demê Denîz Baykal re peyam şand û got; “Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e.”

Abdullah Ocalan, di 7ê îlona 2006an de dîsa bi rêya parêzeran got; “Ez kesî navexwînim serîrakirinê. Fermanê nadim tu kesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratîk bibe.”

Di 2yê mijdara 2007an de dîsa Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran got; “Ez careke din destê aştiyê dirêj dikim.”

‘Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e’

Abdullah Ocalan, di 5ê tebaxa 2008an de jî got: “Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk, çi bikeve ser milê min, ez amade me. Min berê jî ji serokwezîr û serokomar Abdullah Gul re name şand. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Abdullah Ocalan di sala 2009an de dîsa banga aştiyê kir. Lê dîsa ev bang bê bersiv ma.

Abdullah Ocalan di 8ê kanûna 2010an de dîsa banga aştî û çareseriya demokratîk kir û xwest ku parlamentoya Tirkiyeyê jî biryara aştiyê bide û Xwest heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest mirina Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bên ronîkirin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclisê kir.

Di 5ê Sibata 2011an de jî serokwezîr Erdogan, bi dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan wê demê ji serokwezîr xwest ku ji bo hêsirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine.

Abdullah Ocalan, di 27ê tîrmeha 2011an de bi rêya parêzeran ev peyam da: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim?”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di Newroza 2013an de jî bi rêya wekîla BDPê Ayla Akat Ata û hevserokê KCDê Ahmet Turk, di 3yê adara heman salê de jî peyama çareseriya demokratîk da. Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê pirsgrêkên li Rojhilata Navîn bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk çareser bibin. Heyetê 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet peyam şand.

Abdullah Ocalan di 7ê hezîrana 2013an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Abdullah Ocalan di 9ê adara 2014an de dîsa bang li AKPê kir û got: “Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din jî têbikoşim.”

Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di 28ê sibata 2015an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22yê adara 2015an de serokomar Erdogan li dijî Mutabakata Dolmabahçeyê daxuyanî da û got: “Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim.” Bi vê yekê re jî pêvajo xerab kir. Abdullah Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5ê nîsanê de hevdîtin kir û careke din heyet neçû Îmraliyê.

Tecrîdê 8 salan dom kir

Piştî 8 salan hevseroka KCDê Leyla Guven di 8ê mijdara 2018an de dest bi greva birçîbûnê kir, her wiha 3 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalakî li her deverên Tirkiyeyê belav bûn. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2yê gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê.

Abdullah Ocalan di hevdîtina 2yê gulanê de dîsa balkişand ser peyama Newroza 2013an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye. Abdullah Ocalan di hevdîtina 22yê gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7ê tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Abdullah Ocalan di hevdîtina 12ê hezîranê de jî ev tişt anî ziman: “Kurd bê tirk û tirk jî bêyî kurdan nikarin hebûna xwe berdewam bikin.” Abdullah Ocalan dîsa diyar kir ku çareserî di yekitiya gelê kurd û tirk de  û gelên Mezopotamya û Anatoliyayê de pêkan e. Abdullah Ocalan dîsa got; ‘Ya esasî, çareseriya siyaseta demokratîk e.”

Di 19ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan Mêrdîn û Amedê hatin kirin û li aliyê din jî li başûrê Kurdistanê êrişa bi navê ‘Pençe 3’ dewam kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirin û tunekirina kurdan gef xwarin. Di van 5 salên dawî de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êrîşên hewayî û bejayî pêk anîn. Gelek çavkaniyên jiyanê bombe kirin. Dîsa li dijî Zap, Metîna û Avaşînê operasyon pêk anî. Vê operasyonê bi salan berdewam kir û hîna didome. Di vê operasyonê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Niha dîsa li gel ku Rêber Abdullah Ocalan di 23ê cotmeha 2024an de got şert û merc bên avakirin ez ji bo çareseriyê amade me, lê dîsa bi SÎHAyan êrişî axa Rojava dike û li aliyê din şaredariyên DEM Partiyê desteser dike. Siyasetmedar, rojnameger, şanoger û aktîvîsên jin bi sûîkastan dikuje. Lê dîsa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nexşeya çareseriyê pêşkêşî gelê Tirkiye dike û dixwaze êdî hemû gel berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.

 

 

 

Etîket: Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

18 HEZÎRAN 2026
Li gundan civînên gel: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e

Li gundan civînên gel: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e

17 HEZÎRAN 2026
Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (603)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne