• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeynep Celaliyan: Em bibin yek deng û yek dil

Navenda Nûçeyan / AW

26 SIBAT 2025 - 14:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Zeynep Celaliyan bi wesîleya zindanîkirina wan a li Girtîgeha Yezîd nameyek şand û li dijî darvekirinên li ser gelên Rojhilat û Îranê banga yekbûnê kir.

Girtiya Kurd Zeynep Celaliyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve di girtîgehê de tê ragirtin, di 25ê Sibata 2008an de li Girtîgeha Yezîd hatibû bicihkirin.

Piştre li girtiya siyasî cezayê heta hetayî yê girtîgehê hate birîn. Bi ser girtina Zeyneb Celaliyan re 17 sal derbas dibin. Bi boneya salvegera girtina xwe girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameyek ji zîndana Yezîdê şand derve.

Nameya Zeyneb Celaliyan bi vî rengî ye:

“Ji destên min bêhna kulîlkan dihat û ji ber gul çandinê min ceza kirin. Lê kesê ne difikirî ku ezê gulek biçînim. Zilmê di dilê min de êşek kûr hêla ku ez qet ji bîr nakim. Ez zarokek biçûk bûm û helgirtvanek ya peyamek mezin a ji bo azadî û jiyana azad bûm. Di 25’ê Sibata 2008’an de min dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi bajarê şîrîn yê Kirmaşanê kir, lê çeteyên zulmê di rê de ez revandin û birin cihekî xerîb.

Nobedarên bi cil û bergên reş kevneşopiyek xerîb hebûn. Li wî cihê tirsnak destûr nedidan ku kes kesê bibîne. Çavê min bi rupoşek reş girtibûn û ji min dipirsiyan; ‘Navê te çiye?’ Min di got; ‘Navê min Zeynebe’. Li min dixistin û carek din dipirsiyan; ‘Navê te çiye?’ Dubare min di got; ‘Navê min Zeyneb e’ carek din li min dixistin. Îşkence li min dikirin û dîsan pirs dikirin; ‘Navê te çi ye?’ Bi caran, bi deh caran dubare dubare dipirsiyan. Min bersiv jî daba û bêdeng jî mabam, tiştek nedihat guhertin. Êşkence berdewam dikir. Min mejî û zihniyeta wan ê nexweş fam nedikir. Di wê cihê tarî de pencereyek ku ronahiyê bide nebû. Ji ber ku nobedarên zilmkar wek beqên kore, ji ronahiyê ditirsiyan.

Piştî çend mehan min sewqî girtîgehê kirin. Girtiyên wir jin bûn. Lê reftara wan ji ya mêrên nenas xerabtir bû û êşa vê yekê ji min re girantir bû. Piştî çend mehên bi bendewarî û sekinandina bi êş, rojekê bi dengekî nefret ji hoparlora girtîgehê gazî min kirin. Dest û lingên min zincîr kirin û min derxistin dadgehek formalîte. Min 3 deqeyan li gel dadwer bi zimanê dayîka xwe axaftin kir. Min nas nekir. Heta guh neda gotinên min jî. Ji bo cezayê darvekirinê bi ser min de bi sepîne wî piştbestiya çi kir? Nizanim.

Paşê min birin Tehranê, li wir ez şeş mehan di hucreya yekkesî de mam, ji bo ku ez bi zorê sûcên xwe îtîraf bikim û hevpeyivîna bi zorê, kirin. Piştî çend salan pasewanên hikûmetê bi tehdît û gefan dayîka min anîn Tehranê. Qêrînên diya min tijî têgihîştin bû û nayê vegotin. Ji bo wê gelek zehmet bû ku ew êşa dûrbûna ji zaroka xwe û sepandina cezayê darvekirinê li zaroka xwe bikişîne. Êşa diya min ji sebra wê zêdetir bû. Lê li ber zilm û zordaran serî netewand. Diya min sembola xemeke mezin bû; Bê guman gotinên min nikarin xemgîniya mezin vebêjin.

Piştî 6 mehan min şandin Kirmanşanê. Bi caran min daxwaz kir ku ji bo parêzgeha xwe werim veguhestin. Lê 7 salan di girtîgeha Kirmanşanê de mam. Piştre min ji bo girtîgeha bajarê min şandin û 4 salan jî li wir dibin zextênr derûnî û ruhî de mam. Şevekê ku dema razanê hatibû ragihandin û bêdengiyek kujer girtîgehê dagirtibû, pasewanên zilmkar dîsan vegeriyan û dest û lingên min zincîrkirin, ez birim girtîgeha Qerçek. Ez di girtîgeha demkî de hatim girtin, li wir ez bi vîrusa korona ketim. Lê min tu lênêrîn û tedaviyek pizîşkî wernegirt. Cîgerên min gelek zerar dîtin. Min gelek caran daxwaza veguhestinê kir lê bersiv nedan. Min neçarî greva birçîbûnê kirin.

Piştî gelek rojên bendewariyê, nîva şevekê ku girtî di xew de bûn û tenê dengê kuxuka min bêdengî dişikand, dîsan pasewanên zilmê hatin bi kelepçeyan min bi zorê birin Kirman. Ne çavek hebû daxwazên min bixwîne, ne guhek hebû gotinên min bibihîse, ne jî dilek hebû hevxemiyê gel min bike. Piştî çend mehên tenê û tecrîdkirî, qedexeya telefon û hevdîtinê, nebûna kara bankayê, di êvarek xembar û bi mij de li Kirmanê, hêzên girtîgehê bi sondên derew û bi darê zorê, min sûrgûnê Kirmaşanê kirin.

Tevî van hemûyan jî, piştî vê sirgûna bi darê zorê, min çavên xwe bi laşekî westiyayî û nexweş girt da ku bêhnek bêhna xwe bidim. Lê dengê pasewanan derfeta bêhnvedanê neda min, dest û lingên min girêdan, çavên min girtin û ez birim Yezîdê. Min salên dûr dirêj di nava vê tarîtiyê de bi hemû êş û zehmetiyên wê, bê telefon û serdan derbas kir. Niha çar sal û çar mehin ez girtîgeha Yezîdê deme.

Di vê girtîgeha tarî de çavên xwe li hev digirim. Kadastroya jiyanê ya li derveyî girtîgehê di xeyalên min de maye. Min bêriya hembêza dayîka xwe ya germ, awirê bavê xwe ya dilovan, kenê xwişka xwe û heta aciziya birayê xwe kiriye. Ez ji bo gelê dilgerm û mêvanperwer ê Kurdistanê û muzîka Kurdî xemgînim. Min bêriya bêhna axê, bilbilan, darên berû û lawirên berû xwer kiriye, dilê min li ber kaniyên zelal, çemên diherikin, çiyayên bilind û şevên bi stêrke.

Li gel hemû êş û azaran 17 sal derbas bûn… 17 sal!

Xelkê birêz yê Rojhilatê Kurdistan û Îran

Karbidestên vê rejîmê welatê dayîka me wêran dikin, ciwanên me dikujin, wan darve dikin yan jî bi giranî cezayên girtîgehê lê dibirin. Kan û çavkaniyên me yên xwezayî talan dikin, aboriya welat têk didin, xizanî û birçîbûn her derê bi xwe girtiye.

Hûnê heta kengê li hemberî van wêrankerên bêrehm bêdeng bimînin? Heta kengê hûn dixwazin li benda wêrankirina welat û siberoja zarokên xwe bimînin û tiştek nebêjin? Ma em layiqê jiyaneke wiha rûreşî ne?

Mirovên delal ên vê axê!

Werin hev bigirin û bi yek dengî biqêrin:

Ji kuştinê re na, ji darvekirinê re na, ji girtîgehê re na, ji xizaniyê re na, ji birçîtiyê re na…

‘Ger hûn li ber dîtina neheqiyê hêrs bibin, hûn hevrêyên minin.-Che Guevara’

Zeyneb Celaliyan

Girtîgeha Yezîd-25ê Sibat 2025.”

Etîket: ÎranZeynep Celaliyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

13 HEZÎRAN 2026
Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Şerîf: DYA û Îranê li ser pêşnûmeya lihevkirina dawî lihev kir

Şerîf: DYA û Îranê li ser pêşnûmeya lihevkirina dawî lihev kir

12 HEZÎRAN 2026
Trump: Ma do dest bidê uranyumê Îranî ser

Trump: Me şerê bi Îranê re bi dawî kir

12 HEZÎRAN 2026
Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

Trump: Îran lihevkirinê razî bû em ê êriş nekin

11 HEZÎRAN 2026
Ultîmatoma Trump: Tengavê vekin an santralên elektrîkê bişewitin’

Trump: Em ê êrişeke pir bihêz li dijî Îranê bikin

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê ya bi Kurdî der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (365)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne