• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Engîn Yurtsever: Divê Rêber Apo azad bibe

Navenda Nûçeyan /AW

4 ADAR 2025 - 11:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê KCDK-Eyê Engîn Yurtsever li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û xwest êdî Abdullah Ocalan azad bibe got: ” Divê êdî partiyên siyasî û rêxistinên civakî jîtemaşe nekin û dema temaşekirinê bi dawî bûye.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk dihat, di 27ê sibatê de çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li gel şandeyê û 3 girtiyên siyasî yên li Îmraliyê daxuyanî da. Dîsa nêzî 4 saetan hevdîtin kir. Şandeyê piştî daxuyanî û hevdîtina li girtîgehê, derbasî Stenbolê bûn û li Stenbolê daxuyanî dan. Çapemeniya Tirkiye û cîhanê eleqeyek gelek mezin nîşanî daxuyaniyê dan û zindî bi raya giştî re parve kirin. Piştî wê nûnerên gelek dewletan daxuyanî dan û peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan erênî dîtin û xwestin êdî Tirkiye ji bo çareseriyê gavên şênber bavêje.

‘Rêber Apo her tim aştî û demokrasî xwestiye’

Hevserokê KCDK-Eyê Engîn Yurtsever, têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, erka dewletê û rêxistinên siyasî û civakî ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir. Engîn Yurtsever ewil bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Em di serî de peyama ji bo aştiyê û civaka demokratîk bi rêzdarî silav dikin. Em bi hemû rêxistin û saziyên kurd ên li Ewropa li hey peyama Rêberê xwe ne. Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê heta niha her tim aştî û demokrasiyeke bi rûmet xwestiye. Hemû xebatên wî yên ji bo aştiyê ji 1993an de berdewam dike. Heta niha hemû hewldanên Rêber Abdullah Ocalan bi komplo û lîstikên navneteweî bi ser neket. Herî dawî di 1999an de Rêber Apo bi komployek navneteweyî dîl hat girtin. 26 sal in di şertê tecrîdê de dijî. Li gel tecrîda giran dîsa nirxandinek berfireh dike. Li gel tecrîda giran yê şerê sêyemîn ê cîhanê herî baş şopand, Rêber Apo bû. Li ser nirxandina Rêber Apo civakên li Rojhilata Navîn têne fetisandin , dê derkevin rojên nû. Dê karibin azad bijîn. Dê hemû civak bi ziman, bawerî û nirxên xwe karibin azad bijîn. Ev peyam ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê hat dayîn. Her kesî bi rêzdarî ev peyam şopand. Ji bo di demên pêş de ev pêvajo bi ser bikeve, divê du alî gav bên avêtin. Bêguman pêvajo yek alî pêş nakeve. Rêber Apo gaveke dîrokî avêt. Pengavek da destpêkirin. Divê dewlet jî êdî gavên şênber bavêje.”

‘Pêdivî bi civaka demokratîk heye’

Engîn Yurtsever, li ser naveroka peyamê jî rawestiya û ev xal rêz kir: “Dema mirov li peyamê dinere, rastîya Rojhilata Navîn pir zelal tê agahdarkirin. Em îro di nava şerê sêyemîn ê cîhanê de dijîn. Di vî şerî de bi milyonan mirov hatin kuştin û koçber bûn. Li dijî vê yekê pêdivî bi avakirina civaka demokratîk heye.”

‘Peyam ji bo hemû cîhanê ye’

Engîn Yurtsever, da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk feraseta Netew Dewletê mahkum dike û wiha axivî: “Yê ku xeteriya şerê cîhanê yê sêyemîn anîye vê merhaleyê hişmendiya Netew Dewlet e. Rêber Apo li dijî vê yekê avakirina civaka demokratîk pêş dixe. Ev paradîgmaya kurd jî di navde ji bo hemû Rojhilata Navîn derbasdar e. Ev peyam ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê cîhanê ye. Ji ber vê yekê gelek saziyên navneteweyî jî piştgiriya xwe anîn ziman. Yên heta niha bi hişmendiya netew dewletê xwe dizayn dikirin û hişmendiya desthilatdariyê pêş dixistin jî peyam silav kirin. Ji ber ku fetisandinek pergalî hebû. Hişmendiya Netew Dewletê li Rojhilata Navîn teşîr bû. Yek ji van netew dewletên ku qeyranê dijîn jî Tirkiye ye. Rêber Apo bi vê peyam û bangê pêşiya xetimandina Netew-Dewleta Tirkiyeyê jî vekir.”

‘Divê Rêber Apo karibe bi hemû saziyan re hevdîtin bike’

Hevserokê KCDK-Eyê Engîn Yurtsever, li ser erka ku dewlet pêk bîne jî rawestiya û wiha axivîe: “Di van mehên dawî de hevdîtin çêbûn. Rêber Apo pir zelal e. Rêber Apo gaveke dîrokî avêt. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn gavek avêt. Divê ji niha û şûnde dewlet gotinên tûj û jahrînî êdî terk bike. Ya duyemîn divê demildest Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Deriyê Îmraliyê veke. Rêber Apo di hevdîtina Omer Ocalan de anî ziman ku şert û merc bên avakirin dikare di her alî de bi encam bike. Şertên dewletê çibe, divê şertên Birêz Ocalan jî wisa be. Li vir Rêber Apo bang li PKKê kir. Xwest PKK kongra xwe kom bike û li gorî wê biryaran bide. PKKê jî daxuyanî da û got; ‘Em amade ne. Bila PKK tev li kongreyê bibe û bang bike.’ Em jî wekî KCDK-E bang dikin. Em dibêjin bila Rêber Apo azad bibe ku em karibin gavên dîtir bavêjin. Divê Rêber Apo bi awayekî fizîkî karibe bi gelê xwe re, bi rêxistin û saziyên xwe re rû bi rû hevditinan bike. Divê karibe bi hemû sazî û rêxistinên civakî û demokratîk re hevdîtinan bike. Eger şertê tecrîdê yê 26 salan bidome, dê nikaribe di van şertan de çareser bike. Li aliyê din dewlet hîna bi balafirên xwe êrîşî Rojava, Tişrînê, qadên parastina medyayê dike. Siyasetmedaran digire û qeyûm tayîn dike. Divê êdî vana bi dawî bibin. Eger Tirkiye dixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê di aliyê siyasî û hiqûqî de gavên şênber bavêje. Beriya ku PKK kongra xwe pêk bîne, divê şertên azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê avakirin. Em li bendê ne ku dewlet di demek kurd de berpirsiyariya xwe pêk bîne.”

‘Divê êdî Tirkiye gavan bavêje’

Engîn Yurtsever di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û rista saziyên civakî jî û wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de DEM Partiyê bi hemû sazî û partiyan re hevditin kir. Nerîna hemû partî û saziyan kir. Divê êdî ev sazî û partî tenê mêze nekin. Divê her sazî û partî destê xwe têxin bin vî barî. Divê her sazî û dewlet karibin ji bo aştî û demokrasiyê gavan bavêjin û rol û rista xwe rast bilîzin. Eger dem dirêj bibe dikare provakasyon pêk bînin. Ji ber vê yekê divê Meclisa Tirkiyeyê têkeve nava tevgerê. Divê meclis bi lezgîn biryara azadiya fizîkî derxe. Gavavêtin îro dora dewleta Tirkiyeyê ye. Divê êdî desthilata AKP-MHPê li ser gotinên xwe bisekinin. Divê Dewlet Bahçelî rola xwe zelal bilîze û Rêber Apo azad bibe. Divê saziyên civakî û demokratîk jî êdî berpirsiyariya xwe pêk bîne.

‘Dema temaşekirinê çû’

Engîn Yurtsever, dewî dawî li ser teyisandina peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li cîhanê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Piştî peyama Rêber Apo, saetek şûnde Wezîrê Karên Derve yê Almanya daxuyanî da. Got em vê pêvajoyê dişopînin. Got ‘Em piştgiriyê didin peyamê. Divê dewleta tirk jî demildest pirsgirêka kurd di aliyê hiqûqî û siyasî de çareser bike.’ Dûre hemû saziyên DYAyê pir zelal bersîva erênî dan. Piştgiriyek pir mezin heye. Em jî dê di qada dîplomasiyê de xebatan pêş bixin. Divê di Elwropa jî hemû saziyên demokratîk ji bo siyaseta demokratîk piştgiriyê bidin gelê kurd. Li vir tenê piştgiriya dewletên derve têr nake. Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa zextan li Tirkiyeyê bike ku gavên çareseriyê bavêje. Almanya, Fransa û gelek hêzên navneteweyî dikarin erka xwe rast bilîzin. Dikarin zextan li Tirkiyeyê bikin. Dikarin bihêlin ku meclis rola xwe bilîze. Dema temaşekirinê çû. Pirsgirêka gelê kurd, ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê tenê ye. Pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka hemû Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji ber vê yekê hemû sazî û dezgehên ewropa û cîhanê rola xwe bilîzin.”

 

Etîket: Abdullah OcalanEngîn YurtseverMehmet Ertaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

2 GULAN 2026
Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

30 NÎSAN 2026
Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baroya Amedê: Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (106)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne