• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Civînên gel ên li gundan didomin

    Civînên gel ên li gundan didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Civînên gel ên li gundan didomin

    Civînên gel ên li gundan didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î: Pêşniyara Ocalan gelek sade ye

Medya Bal / AW

5 ADAR 2025 - 08:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Rûstem Cîhangirî der barê pêvajoya li Tirkiyeyê got: “Çareseriya Abdullah Ocalan pêşniyar dike zehmet nîn e, çareseriyek gelek sade ye. Jixwe Dewleta Tirk dibêje ez dewletek demokratîk im, li welat hiqûq û mafên mirovan hene. Madem wisa ye ev çareserî gelek hêsan dê cî bi cî were.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama hevdîtinên ku pêk dianî di 27ê sibatê de metneke amade kir û bi rêya şandeya DEM Partiyê ev metin hat belavkirin. Banga ku Abdullah Ocalan kir li 7 qadên bajarên Kurdistanê zindî hat guhdarkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya ku kir de got ku divê êdî rê ji diyalogê ve were vekirin û PKK dev ji bikaranîna çekan berde. Di 1ê adarê de PKKê bi rêya daxuyaniyeke da zanîn ku ew banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipejirînin û heta ku êrîş li ser wan neyê kirin dê çekan bi kar neynin.

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biyara agirbestê ya PKKê li hemû cihanê deng veda û gelek kesan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anîn ziman.
Partî û komeleyên kurdî jî bi daxuyaniyan anîn ziman ku ew piştgirî didin pêvajoya ku dê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê bike.
Em der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, agirbesta PKK û pêvajoya heyî bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rûstem Cîhangirî re axivîn.
Rûstem Cîhagirî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniya ku rêzdar Abdullah Ocalan daye, di vê rewşê de bi taybet rewşa ku gelê me ji gelek aliyan ve hestiyar e û di rewşeke hesas daye de, eger ber bi çareserî ya mesela kurdve biçe, gelek baş e. Em wek PDK-Î piştevaniya daxuyaniya wî dikin û em ji bo piştgiriya xwe bikin me daxuyaniyek jî da.”

‘Divê bawerî hebe’

Rûstem Cîhangirî der barê agirbesta ku PKKê îlan kiriye de ev tişt anî ziman: “Daxuyaniya ku rêveberiya PKKê da û agirbestê îlan kir, em dikarin wek bersiveke erênî ya banga Rêberê xwe yê hepiskirî binirxînin. Banga agirbestê di cih de ye. Li gor min kurdan tu carî bi keyfa xwe dest bi çekê nebirine. Ji bo daxwazkirina mafên xwe yên neteweyî, azadî û serbestî yê neçarê bikaranîna çekan bûne. Jixwe kurdan tim daxwaza mafên xwe yên neteweyî bi rêya aştî û diyalogê xwestine. Lê ya muhim ew e ku Dewleta Tirk xwedî bertekek çawa be. Em hêvî dikin ku berteka Dewleta Tirk miqabilê daxuyaniya Rêberê PKKê û komîta rêveberî ya PKK da de be, da ku hem bawerî hem jî îtimad di navbera herduyan de çêbibe. Eger wîsa çêbe dê rewşek taybet were pêş me. Ev rewş jî bawerîkirina bi hevdu dikare pêk were, heke ev bawerî pêş bikeve êdî çareserî pêngav bi pêngav dê here pêş. Di vê rewşê de dê gelê kurd û tirk karibin wekhev bijîn û welatê xwe pêş ve bibin. Ez baverim ku vê pêvajoyê dê wek carên berê nabe.”

‘Yekgirtin dermanê derdan e’

Rûstem Cihangirî destnîşan kir ku PDK-Î piştgiriya çareseriya pirsgirêka kurd û Kurdistanê ya bi şêwaza aştiyane û bi rêka diyalogê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêvî û daxwaza me ew e ku gelê me yê li bakurê welat bigije maf û hiqûqa xwe ya rewa. PDK-Î amadeye ku pêşwazî li taqet û îmkanên piştevaniya çareseriyê bike. Lê em tu caran mudaxeleyê parçeyekê din nakin. Em vê wek prensîp dizanin û dimeşînin. Siyaset û xebata her parçeyekê Kurdistanê cuda ye. Ya me tenê piştevanî ye ev jî manewî ye. Lê em daxwaz dikin ku hemû partiyên kurd baldar nêzê vê pêvajoya li Bakur bibin. Divê pêşniyar û şîretên partiyan berbiçavan werin girtin. Herwiha divê partiyên bakurê Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe piştgîriyê bidin vê diyaloga ku dê biryarên wê di demên pêş de dest pê bike. Divê aliyê kurdan yêkgirtî be. Kurd bi yekgirtinê dê bikaribin li dijî pisgirêk û astengiyan biserbikevin. Yêkgirtin dermanê hemû derdan e. Serketina xebata gelê me yê li bakurê welat tenê bi rêya aştî û wekheviyê dikare were çareserkirin.”
Rûstem Cîhangîrî di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Pîştî banga Abdullah Ocalan û daxuyaniya PKKê berpirsiyarî dikeve ser milên Dewleta Tirk. Ya herî muhim dibê dewlet zimanê nerm û diyalogê û çareseriyê bikarbîne. Dev ji tevahî axaftinên tûnd berde. Divê dewlet bi hin kiryaran bawerî biafirîne, azadiya şexsî û siyasî biafirîne. Divê zindaniyên siyasî azad bike û xwendina bi zimanê dayikê azad bike. Bi van tiştan ez bawerim ku dê bawerî bide avakirin. Ev jî dê çareserî û aştiyê bi xwe re bîne.”

‘Çareseriya ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike gelek hêsan e’

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çareseriya Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye zehmet nîn e, çareseriyek gelek sade ye. Xweseriya Demokratîk e. Jixwe Dewleta Tirk dibêje ez dewletek demokratîk im, li welat hiqûq û mafên mirovan hene. Madem wisa ye ev çareserî gelek hêsan dê cî bi cî were. Çareseriya ku pêk were dê bandoreke erênî li parçeyên Kurdistanê yên din jî bike. Çareseriya ku pêş bikeve dikare li parçeyên din jî were ceribandin. Lê wek ku min got rewşa her parçeyên Kurdistanê ji hev cuda ye. Wek ku niha li Başûr, Rojava û Rojhilat rewş cuda ye. Ji ber wî rêyên çareseriyên wî jî dibe ji hev cuda bin. Lê elbet dema çareserî li cihek pêş bikeve dê ev bandor li aliyên din jî bike ji ber ku kurd yek netewe ye û êş û kêfxweşiyên wan yek in.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

Ciwanên ji ber wêneyên Ocalan hatibûn binçavkirin hatin berdan

21 TÎRMEH 2025
DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

DEDAŞê 20 mîlyon ceza li 530 malan birî

21 TÎRMEH 2025
Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

21 TÎRMEH 2025
Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê binpêkirinên mafan

21 TÎRMEH 2025
Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

Berdana girtiyê 30 sal in girtî ye, du car in taloq dikin

21 TÎRMEH 2025
Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Gelê Hondurasê nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

21 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (404)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne