• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gonul Ûzûnay: 8ê Adarê bi rengê jinan bêtir watedar e

Bazîd Evren / AW

7 ADAR 2025 - 08:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay têkildarî 8ê Adarê diyar kir ku jinên Kurd parastina destkeftiyên jinên cîhanê weke peywirekê hildaye li ser milên xwe û got: “Îsal 8ê Adarê bi reng û dengê jinên Kurd bêtir watedar e.”

Têkoşîna jinan a ji bo jin û mêr xwedî heman maf bin, di dîrokê de her berdewam kiriye. Lê di 8ê Adara 1857an de jinan bêtir xwe bi rêxistin kirine. Li bajarê New York ê DYAyê bi sedan jinên ku di pîşesaziya tekstîlê de dixebitin ji bo protestokirina mûçeyên kêm, saetên dirêj ên kar û şertên nemirovî yên xebatê dest bi grevê kirin. Piştî vê buyerê grev û çalakiyên jinan pêl bi pêl mezin bûn û têkoşîna jinan gihişt asta navneteweyî. Piştî ku Partiya Sosyalîst a Amerîkayê di 28ê Sibata 1909an de li New Yorkê “Roja Jinan” organîze kir, Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî sala 1910an pêşniyar kir ku her sal “Roja Jinan” were lidarxistin. Dû re jinan di sala 1917an de li Rûsyaya Sovyetê mafê dengdanê bi dest xist û li Rûsyayê 8ê Adarê bû cejna neteweyî. Roja Jinan bi giranî ji aliyê tevgerên sosyalîst û welatên komunîst ve dihat pîrozkirin heta ku di sala 1967an de ji aliyê tevgera femînîst ve hat qebûlkirin.

Neteweyên Yekbûyî di sala 1975an de dest bi pîrozkirina 8ê Adarê Rojan Jinên Cîhanê kir. Bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 16ê Kanûna 1977an de welatên endam vexwendin ku rojek li gorî kevneşopî û dîroka xwe weke Roja Cîhanî ya Mafên Jinan û Roja Aştiyê ya Navneteweyî bê ragihandin.

‘Em keda xwe tenê bi rojekê sînor nekin’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Ûzûnay ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Gonul Ûzûnay, diyar kir ku jin bi hezaran salan e ji bo hebûna xwe têdikoşe û got: “Hişmendiya mêrperest hertim ji bo çand û destkeftiyên jinan dorpêç bikin û birperçîqînin xebitîne. Jinan li hemberî vê yekê ji bo hebûn û xebûna xwe têkoşîna xwe meşandiye. Ev têkoşîna jinan heta îro jî hatiye. 8ê Adarê jî rojekî pir dîrokî ye, lê em ked, sekn, berxwedan û têkoşîna jinê bi rojekê tenê nagirin dest. Hemû jinên kedkar û wekhevî û edaletê dixwazin bi giringiya 8ê Adarê her roj di nava berdxwedan û têkoşînê da ne.”

‘Desthilat pêşketina jinê ditirsin’

Gonul Ûzûnay, diyar kir ku 8ê Adarê ji bo jinên Kurd pêtir girîng e û sedema wê jî wiha vegot: “Jinên Kurd têkoşîn û destkeftiyên jinên hemû cîhanê weke peywirekê hildaye li ser milên xwe û dizane ku têkoşîna jinan têkoşîneke gerdûnî ye. Jinên Kurd têkoşîna xwe jî bi têkoşîna gerdûnî ve girêdaye, lewma 8ê Adarê niha bi reng û dengê jinên Kurd pêtir watedar e. 8ê Adarê niha li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye rojeke sembolîk û tê pîrozkirin. Her çiqas bi salan e jin ji her mafên xwe hatibine durxistin jî niha li malê, kolanan, meclîsan dengê xwe bilind dike. Ji ber ku cihê jin lê heyî wêrektî, vîn, xîret, ked hwd. heye, desthilatî hertim pêşketina jinê ditirse. Lewma jin jî li dijî hişmendiya netewdewletê her sal têkoşîna xwe berfirehtir û mezintir dike.”

‘Banga serdemê kelecaneke mezin di me jinan de çêkir’

Gonul Ûzûnay bal kişand ser banga dîroka ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşnegtiya jinê têkoşîn hatiye dayîn. Gonul Ûzûnay, diyar kir ku di demên dawî de jî daxwaza sereke ya jinan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû û ev tişt got: “Abdullah Ocalan paradîgmaya azadiya xeta jinê ava kiriye û rêhevaltî nîşanî jinan daye. Lewma kesayeteke navdar û pîroz e. Ev bang jî bi pêşengtiya Girava Îmraliyê û têkoşîna jinan hat kirin. Bi grevên birçîbûnê, meşan û kampanyayan jinan li dijî hişmendiya ku dixwaze jinan bifetisîne, pêşengê civakekê heps bike, dan meşandin. Banga serdemê jî kelecaneke mezin di me jinan de çêkir.”

‘Jin jiyan azadî êdî ji dirûşmeyekê derkeftiye û bûye felsefeyek’

Gonul Ûzûnay, bi bîr xist ku ew weke jin girîngiyeke mezin didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Gonul Ûzûnay, anî ziman ku cihê ku şer û pevçûn lê heyî, hertim zirara mezin jin dibînin û wiha dawî kir: “Li Kurdistanê xeynî şerê fîzîkî, şerekî taybet jî tê meşandin û taybetî jî jin û ciwan hedef tên girtin. Jin, li dijî vî şerê qirêj dixwaze demokrasî û wekhevî bê. Piştî banga dîrokî rol û mîsyoneke mezin dikeve li ser milên me jinan jî. Ji bo civakeke demokratîk bê ava bikin û aştiyeke mayînde bê vî welatî, divê jin pêşengtiyê ji vê bangê re bikin. Em hêvîdar in ku ev 8ê Adarê xeta paradîgmaya “jin jiyan azadiyê” berfirehtir bike. “jin jiyan azadî” êdî ji dirûşmeyekê derkeftiye û bûye felsefeyek û ev felsefe textên dîktatoran jî dihejîne. Em hêvîdar in ku di vê 8ê Adarê de bi bangawaziya serdemê re pêtir jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bibin yek deng û li dijî serdestan têbikoşîn. Em bi vê boneyê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”

Etîket: 8ê AdareGonul UzunayJinKurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

Ji malbata girtiyê Kurd Bekirzade banga hestiyariyê

27 NÎSAN 2026
Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

Li Sûriyeyê piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin

23 NÎSAN 2026
Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

19 NÎSAN 2026
Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

Hêzên hikûmeta demkî welatiyekî Kurd revandin

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1020)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne