Amed-Şaredariya Rezanê di çarçoveya kampanyaya ‘Gotinên Me Bi Dawî Nebûn, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin’ de li taxan komxebat li dar xistin.
Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan a li Amedê di çarçoveya kampanyaya ‘Gotinên Me Bi Dawî Nebûn, Em ê Bi Hev Re Tundiyê Rawestînin’ de komxebatên xwe yên li taxan didomîne. Piştî Alçimen û Dagsu, li gundê Tezaharapê komxebatek hat lidarxistin. Xebatên meydanî hatin kirin û jin hatin cemhev. Komxebatên li ser ‘Rizgarkirina Zayendî’ û şîdeta dîjîtal hatin lidarxistin.
Di komxebatê de bi jinan re li ser rolên zayendî, newekhevî û tundiyê nirxandin hatin kirin û ezmûn û raman hatin parvekirin. Her wiha girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê û ji bo hêza hevgirtinê hat destnîşankirin.














