Bi girseyî serdana şîna endama YJA-Starê Sarya Lorîn hat kirin.
Ji bo Endam YJA Starê Pelda Dogrî (Sarya Lorîn) ya ku di 25ê Mijadara 2019an de di şerekî Herêmên Parastina Medyayê de bi tevî du hevalên xwe ve jiyana xwe dest dabû, li Mala Şînê ya Farqîniyan şîn hat dayîn.
Rêveberên MEBYA-DER, DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên demokratîk yên Amedê bi girseyî serdana şîna Pelda Dogrî (Sarya Lorîn) kirin. Di şînê de dua hatin xwendin û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re hat xwestin.